Çalakiya li Sêmalkayê di roja 49’an de didome

Di roja 49’an a çalakiya li Sêmalkayê, Yekitiya Odeyên Bazirganiyê û Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriye bi daxuyaniyekê bang li PDK'ê kir ku dev ji xwînrijandina Kurdan berde.

Çalakiya li Sêmalkayê di roja 49’an de didome
22 mijdar, 2021   13:25
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ku bi banga Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li qada dergeha Sêmalkayê dest pê kiriye, da ku cenazeyên her du gerîlayên HPG`ê yên ku bi destê çekdarên PDK`ê şehîd bûbûn, wergirin di roja xwe ya 49'an de didome.

Endamên Yekitiya Odeyên Bazirganiyê û Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriye vê sibehê ber bi çalakiyê konvedanê ve çûn da ku piştgiriyê bidin çalakvanan.

Endamên odeyê li qada dergehê kom bûn û ber bi deriyê Pêşxabûrê ve çûn. Piştre hevserokê Yekitiya Esnafan Firyal Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, siyaseta PDK'ê û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re li dijî gerîla, hate şermezarkirin û hate gotin hevkariya Kurdan bi dijminên Kurdan re rê li ber pêkanîna armancên gel digire. Hat diyarkirin ku divê PDK li kêlka gerîla di eniyên rûmet û şerefê de şer bike, ne ku hevkarên qetilkirina Kurdan bin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên nîştimanî, raya giştî û bi taybet gelê Başûr kirin ku sûcên PDK'ê şermezar bikin û jê bixwazin ku cenazeyên şehîdan radest bike.

(dm)

ANHA