Li Qamişlo merasîma sersaxiya ya şehîd Xebat Hîmo hate lidarxistin

Îro bi sedan şêniyên Qamişlo tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Xebat Hîmo bûn ku di berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker de li herêma Metînayê di 10`ê Cotmehê de şehîd bûbû.

Li Qamişlo merasîma sersaxiya ya şehîd Xebat Hîmo hate lidarxistin
22 mijdar, 2021   12:56
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan îro merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Rewan Osman (Xebat Hîmo) li dar xist.

Piştre bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, rûspiyên Ereb û Kurd berê xwe dan konê sersaxiyê yê li pêş mala şehîd a li gundê Hîmo yê Qamişlo hatiye lidarxistin.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Tevgera rizgariya Kurdistanê, tevgera şehîdan û berxwedanê ye. Bi hemû rêbazan û li ser bingeha fikrê şehîdan em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin ta ku azadî û serkeftinê pêk bînin.”

Kêfo Osmanî îşaret bi rêbazên şerê taybet ên ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê dimeşîne û got: “Divê em ji gef û îstixbarata dewleta Tirk baldar bin.”

Endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hisên El-Ezam axivî û got şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa azadiyê ye û divê dijmin baş bizane ku ev şoreş dê bi berxwedana şehîdan li dar be. El-Ezam axaftina xwe wiha domand: “Agahiyên der barê radestkirina herêmên Rêveberiya Xweser de ne rast in. Hewldanên me ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser bingeha çareseriya aştiyane berdewam in. Diyaloga sûrî-sûrî divê li Şamê be, ne li Cinêvê.”

Dayika şehîd Xebat Hîmo Cewahir Osman jî diyar kir ku ev roj ji bo wê rojeke dîrokî ye û got: “Hîmo ne şehîdê malbatê yê yekemîn e, beriya wê birayê wî Hozan di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li Til Birakê de şehîd bûye."

Dayika şehîd Hîmo wiha domand: “Bila dijmin bizane ku em serî natewînin. Her şehîdek me nêzî azadiyê dike û berxwedan û têkoşîne me mezin dike. Madem bi hezaran mîna Hozan û Xebat li eniyên şer li ber xwe didin, dewleta Tirk nikare vîn û şoreşa me têk bibe.”

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(şx)

ANHA