YPJ: Em ê şoreşa xwe biparêzin, mezin bikin û bigihînin asta gerdûnî

YPJ`ê peyama 25`ê Mijdarê da û diyar kir, “Çawa em bi Şoreşa Rojava bûne hêviya hemû jin û civakên demokrasîxwaz, em ê bi rihê Fermandar Sosin Bîrhat tekoşînê bilind bikin, dagirkeran ji welatê xwe derxin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.”

YPJ: Em ê şoreşa xwe biparêzin, mezin bikin û bigihînin asta gerdûnî
22 mijdar, 2021   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî a YPJ’ê bi boneya 25`ê Mijdarê (Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê) daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Di vê serdema ku tundî û qirkirina li ser jin û civakê di asta herî jor de pêk tê, jinên serhildêr û azadîxwaz jî bi hemû hêz û vîna xwe li berxwe didin, bi biryardariyeke mezin li hember mêrê kujer û feraseta desthilatdar ku li ser jin û civakê qirkirinê ferz dikin tekoşîna azadiyê didin û 25’ê Mijdarê bi coşeke mezin a berxwedanê pêşwazî dikin.

Têkoşîna jinan a ku xwe dispêre serpêhatiya xwişkên Mirabalan heya Roza, Clara, Şoreşgera mezin Sara û heya şehîdên şoreşa Rojava ku îro di şexsê Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat de bilind dibe, bi rihekê mezin ji çiyayên Kurdistanê heya axa şoreşê li Rojava û heya Efganistan hemû Rojhilata Navîn û hemû cîhanê jin bi her rengî tekoşîna xwe mezin dikin û ev jî dibe tirsa mêtingerî, dagirkerî û faşîzmê.

Ev pêvajoya ku feraseta kujer jinê di malê de dikuje, di qadên têkoşînê de hedef digre, ji welatê wê koç dike, dixwaze dest bavêje hebûn, zanebûn û vîna jinê de pêwîstî bi rêxistinbûn û bi hêza jinê ya cewherî tevgerînê heye û riya li hember van êrîşên çandî, civakî û siyasî xwe parastinê tenê bi rêxistinbûneke xurt yê pêk were. Çawa ku jinê li Rojava hêza xwe ya cewherî ve şoreş pêk anî konê tarîtiyê çirand bû artêş, bi felsefeya bîrdoziya rizgariya jin a ku Rêber APO pêş xist xwe perwerde kir, mezin bû, îro bi heman rih, feraset û biryardariya şikandina desthilatan a mêrê kujer jinê bikaribin di şexsê jinê de civakeke azad ava bikin.

Weke hêzên YPJ’ê em dibêjin, me şoreş bi Fermandar Sosin Bîrhat nas kir û jiyan kir, feraseta desthilatdar ku nikare hebûna jina zane, pêşeng hezim bike û hêza jina rêxistinkirî hedef digre ji xwîşkên Mirabal heya, pêşenga azadiyê a mezin Sara û dîsa fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat bi heman ferasetê ve hatin hedef girtin. Roja îro desthilatdarên ku di axên dagirkirî de her cure tundî û tunekirinê li ser jin û gel ferz dike encama heman ferasetê ye. Bangawaziya me li hemû jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asur, Suryan hemû jinên herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê ewe ku bi rêxistinbûn, hevgirtin û bi hêz û vîna jinê li derdora Şoreşa Rojava bibin yek û têkoşîna xwe ya azadiyê di hemû qadên şoreşê de bilind bikin da ku em bikaribin civakeke konfederal demokrat misoger bikin.

Em jî di şexsê van jinên şoreşgerên mezin de dibêjin çawa ku em bi şoreşa Rojava bûne hêviya hemû jin û civakên demokrasîxwaz em ê bi rihê Fermandar Sosin tekoşîna xwe bilind bikin, bi hêza xwe cewherî ve vîna xwe daynin holê, xwe biparêzin, dagirkeriyê ji welatê xwe derxin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, gefên li ser welatê xwe ji holê rabikin, şoreşa xwe biparêzin, mezin bikin, bighînin asta gerdûnî û bi pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' ve tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û dagirkeriyê ji holê rabikin.”