Dewleta Tirk peykerê çerxerêya Newroz a li Efrînê hilweşand

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê peykerê li çerxerêya Newroz a li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî hilweşand. Ev yek ji rêzesûcên guhartina demografîk e ku dewleta Tirk pêk tîne.

Dewleta Tirk peykerê çerxerêya Newroz a li Efrînê hilweşand
21 mijdar, 2021   15:04
ŞEHBA

Ji rêzesûcên guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne, dagirkerî û çeteyên wê peykera çerxerêya Newrozê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî wêran kir.

Çerxerêya Newrozê ji bo şêniyên Efrînê ji sembolên neteweyî ye û parçeyek ji çanda efrîniyan û gelê Kurd bi taybet e.

Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di dema Efrîn 18’ê Adara 2018’an de dagir kirine, yekser peykerê Kawa Hesinkar wêran kir.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya dizîn, wêrankirina şûnwar û dîroka Efrînê, guhartina navên gund û cihên giştî bi navên osmanî û tirkî çanda Efrînê wêran û talan dike.

(fr)

ANHA