Berpirsekî Îsraîlê: Em nahêlin Îran çekên nukleerî bi dest bixe

Berpirsekî Îsraîlê teqez kir ku Îran û komên alîgirên wê hê jî gefan li ewlehiya Îsraîl û herêmê dixwin û destnîşan kir ku ew ê rê nedin Îranê ku çekên nukleerî bi dest bixe.

Berpirsekî Îsraîlê: Em nahêlin Îran çekên nukleerî bi dest bixe
21 mijdar, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwermendê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Eyal Hulata îro di kongreya ewlehiya herêmî de "Diyaloga Menamê" ku li Behreynê tê lidarxistin, axivî.

Hulata wiha got: "Heger Îranê xeyalên xwe yên nukleerî pêk bîne, herêma erebî û cîhan dê rastî gefeke bêhempa werin."

Her wiha teqez kir ku Îran û komên alîgirên wê hê jî gefan li ewlehiya Îsraîl û herêmê dixwin.

Hulata destnîşan kir ku hemû êrişên ku Îran û komên alîgirên wê pêk tîne ne ji bo parastinê ne, lê belê bi wan êrişan dixwaze zirarê bide cînarên xwe.

(bx)