Di şerê li Qudsê de Filistîniyek û endamekî polîsên Îsraîlê hatin kuştin

Vê sibehê li herêma Bab El-Silsîle ya bajarê Qudsê şer rû da, di encamê de welatiyekî Filistînê û endamekî polîsên Îsraîlê hatin kuştin û 3 Îsraîliyên din birîndar bûn.

Di şerê li Qudsê de Filistîniyek û endamekî polîsên Îsraîlê hatin kuştin
21 mijdar, 2021   11:25
XEZA

Çavkaniyên ji Filistînê ragihandin ku vê sibehê welatiyê bi navê Fadî Ebû Şixêdim (42) salî êriş biriye ser hêzên Îsraîlê û di şer bi wan re de hatiye kuştin. Tevgera Hemasê jî diyar kir ku Ebû Şixêdim yek ji fermandarên wê yên li bajarokê Şefat ê Qudsê ye.

Çavkaniyên ji Îsraîlê jî ragihand ku di şerê îro de endamekî polîsên Îsraîlê hatiye kuştin û 3 kesên din birîndar bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett jî ragihand ku ji bo 'têkbirina operasyonên çekdarî yên din' wan hêza polîsan li derdora Qudsê xurttir kiriye.

(dx)