Şêniyên Tebqayê: Dewleta Tirk nikare roja azadiyê tarî bike

Di çarçoveya hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” de ku tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarê bûne, şêniyên Tebqayê îro daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Şêniyên Tebqayê: Dewleta Tirk nikare roja azadiyê tarî bike
21 mijdar, 2021   12:16
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê îro meşeke girseyî li dar xist, bi sedan şêniyên bajêr, saziyên sivîl û leşkerî beşdarê bûn. Meşê ji pêşiya navenda Kombûnna Jinan a Zenûbiya dest pê kir û heta navenda çandê dewam kir.

/ar/uploads/files/2021/11/21/115135_ahaly-altbqh-khlal-tzahrh-trkya-ln-tsttya-hjb-shms-alhryh-mhmha-falt-28129.webp

Beşdarên meşê wêneyên rêber Ocalan hildan û bi dirûşmeyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir, her wiha siyaseta dewleta Tirk a faşîst şermezar kir.

/ar/uploads/files/2021/11/21/115031_smyrh-alhnsh.webp

Li pêşiya navenda çandê, endama rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqayê Semîre El-Heneş axivî. Semîre El-Heneş diyar kir ku berxwedan berdewam e û heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk neyê û dagirkerî li seranserê herêmên Sûriyê bi dawî nebe, gel ranawste.

Semîre bang li civata navneteweyî û bi taybetî rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji dewleta Tirk re deynin û wê neçarî pêkanîna qaûnên navneteweyî bikin.

/ar/uploads/files/2021/11/21/115104_hda-alwan.webp

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Huda El-Elwan jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê wiha axivî: “Dewleta Tirk nikare roja azadiyê ku bi fikrê rêber Ocalan derketiye, tarî bike. Dewleta Tirk tenê di aliyê fîzîkî de rêbertî girtiye, lê belê çiqas hewl bide dê nikaribe fikrê wî tune bike.”

/ar/uploads/files/2021/11/21/115043_fwzh-mhmd.webp

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foza El-Mihemed jî wiha axivî: “Me di oxira biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk a rêber Ocalan pêşkêş kiriye de, bi hezaran şehîd dan. Îro em vê fikir û felsefeye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Em dev ji xeta şehîdan bernadin.”

(cx)

ANHA