​​​​​​​Yûsif Gulo; stûna berxwedan, birêxistinbûn, yekitî û wêrekiyê bû

​​​​​​​Yûsif Gulo; stûna berxwedan, birêxistinbûn, yekitî û wêrekiyê bû
21 mijdar, 2021   02:55

Çalak Ciwanro

Roj tune ku gelê Kurd rastî êrişên nemerdane, zilm û zextên cur bi cur neyê. Dijminên gelê Kurd bawer dikin ku bi van êrişan ew ê bikarin hêviyên gelê Kurd ên ji bo azadiyê têk bibin, lê her êrişek li ser gelê Kurd, dibe sedema hêrs, zanabûn û kîneke mezin.

Yek ji van êrişên nemerdane di 9’ê Mijdarê de li Rojavayê Kurdistanê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê pêk hat. Di vê êrişa nemerdane de Yûsif Gulo û 2 neviyên wî Mihemed û Mezlûm tev li pakrewanên şehîdan bûn.

Ev êrişa li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê ne êrişekê ji rêzê ye. Wateyeke vê heye û gerek ev wate were zanîn. Dagirkerên Kurdistanê heta niha gelek pêşeng, mezin, alim, zanyar û fermandarên gelê Kurd hedef girtine û bi rêbazên wekî sêdar, suîkast û îşkenceyê şehîd xistine. Yek ji pêşengê gelê Kurd Yûsif Gulo di 82 saliya xwe de, bû hedefa dagirkeran û bi awayekî nemerdane hat qetilkirin. Armanc ew e ku civaka Kurd bê pêşeng û bê zana bihêlin. Yûsif Gulo beriya ku rêber Apo û PKK’ê nas bike jî ji bo doza gelê Kurd bi kesayetên wek Osman Sebrî re rêxistin ava kirine û xebat meşandine. Pir caran bi zilma rejîma Baas re rû bi rû maye. Lê tu carî gav bi şûnde neavêtiye. Bi rê û rêbazên veşartî û  vekirî kar û xizmeteke mezin a welatparêziyê kiriye. Gel zana kiriye, bi rêxistin kiriye, ruh û cesaret di nava gel de ava kiriye. Bi vê xebata xwe di nava gelê Kurd de hat naskirin û li Rojavayê Kurdistanê bû hêviya gelê Kurd. Ji salên 1980’yî û şûnde wexta Yûsif Gulo mîlîtan û kadroyên PKK’ê nas kirin, êdî jiyaneke nû û demeke nû dest pê kir û li têkoşîna xwe rê û rêbazên nû zêde kirin. Taybet bi naskirina Rêber Apo re û bi nîqaşên bi Rêbertiyê re Yûsif Gulo êdî bû stûna berxwedan, rêxistin, yekitî û wêrekiya gelê Kurd li Rojava.

Yûsif Gulo ji bo ku xwe bi pêş bixe, gelek pirtûk xwendin, lêkolînên xwe hebûn. Ilmê şoreşê, tecrubeyên şoreşa gelan ji nêz ve şopandin, fêm kir û li gorî vê rol û misyona xwe diyar kir. Tenê bi karê pratîkî re mijûl nebû, di heman demê de ji bo perwerdekirin û birêxistinkirina civakê jî bû pêşengekî xwezayî. Yûsif Gulo kurdistanî difikirî, şoreşa Kurdistanê tenê di çarçoveya beşekî Kurdistanê de nedigirt dest. Dema ku mijar dibû şoreşa Kurdistanê çi ji destê wî dihat dikir, heta rizqê malbata xwe dibirî û ji bo şoreşa Kurdistanê xerc dikir. Gelek şahidê van helwestên wî hene û hê jî dijîn. Zarok û neviyên xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde kirin. Malbat bû ocaxeke şoreşê. Yûsif Gulo di jiyan û têkiliyên xwe de dilnizm, bihurmet û xizmetkar bû. Pir zû bandor li mirovan dikir. Axaftinên wî ji dil bûn. Gotin û pratîka wî yek bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe di dilê mirovan de hêviyên azadiyê xurt dikirin. Piştî nîqaşên bi Rêber Apo re di sekn û helwesta Yûsif Gulo de guhertinên mezin çêbûn, êdî ne tenê di nava gelê Kurd de, di nava gelê Ereb de jî dihat naskirin û hezkirin.

Di pêvajoya şoreşa Rojava de bi sekna xwe ya dilnizm, bi çanda xwe ya demokratîk, bi berxwedêrî û jidilbûna xwe di nava gelê Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr û Ermen de bû pirek. Pir mirov ji nêzîkatiya Yûsif Gulo bandor bûn û ji pratîka wî bawer kirin. Yûsif Gulo bavê Memo û gelek mirovên wisa hêja bû ku bûn hîmê neteweya demokratîk. Yûsif Gulo di mala xwe de her tim bi dilnizmî jiya. Di mala Yûsif Gulo de tiştekî fuzûlî û luks nebû. Li gorî felsefeya yek xirqe, yek loqme jiya. Wekî derwêşekî bû. Bi rastî jî di şoreşa Kurdistanê de derwêşekî pêşeng ê gelê xwe bû. Tenê ne bi zanabûn û axaftina xwe, bi jiyana xwe jî mînak bû. Yanî gotin û pratîk yek bû. Tu carî çav berneda derfetên şoreşê yên madî. Ew bi exlaq û manewiyata şoreşê re bû. Yanî di jiyana xwe de wekî sosyalîstekî bû.

Dîktatorê serdemê Erdogan ji roja ewil ve bi rêka çeteyên "Artêşa Azad", Cephet El-Nusra û DAIŞ’ê re xwest şoreşa Rojava têk bibe. Bi taybet piştî ku DAIŞ li Kobanê, Reqa û Dêrazorê têk çû, êdî bi xwe, bi hêzên xwe êrişî şoreşa Rojava kir. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dît ku nikare encamê bigire, êdî xwest bi suîqastan encamê bigire. Lê ev êriş tenê hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û Erdogan nîşan dide. Di êrişa şexsê Yûsif Gulo de dixwazin ku hêviya şoreşê tune bikin, stûna gelê Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û  Tirkmen ji holê rakin û ew ruh û çanda ku Yûsif Gulo temsîl dike ji nav gel rakin. Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza di temenê xwe yê kal de hatin sêdarekirin û Apê Mûsa jî di temenê xwe yê kal de hat qetilkirin. Dema Şêx Seîd, Seyîd Riza çûn sêdarê, wan dizanîbû ku ew ê neviyên wan tola wan rakin û xwîna wan li erdê nehêlin û wisa jî bû.

Dijmin û kujerên gelê Kurd careke din xwe dixapînin. Ew wer dizanin ku bi şehîdxistina Yûsif Gulo ew ê şoreşa Rojava têk bibin û gel bê moral bikin. Lê bi hezaran neviyên Yûsif Gulo li Qamişlo û li Rojava rabûn ser piyan û armanca dagirkeriya dewleta Tirk careke din vala derxistin. Yûsif Gulo bi ilmê Rêber Apo xwe ji nû ve ava kiribû û bi xwe jî gotibû, `ez ê heya nefesa xwe ya dawîn li ser xeta Rêber Apo dewam bikim`. Pêwîst e gelê Kurd li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ji her demekê zêdetir yekitiya xwe xurt bike, armanca Yûsif Gulo û neviyên wî Mihemed û Mezlûm pêk bînin. Kesên ku heya niha bi dagirkeriya Tirk re di asta îxanetê de têkilî bi pêş xistine û hê jî wekî sîxuran tevdigerin, pêwîst e ji xwe şerm bikin. Li hemberî xizmeta Yûsif Gulo rêz bigirin, poşmaniya xwe bînin ziman û lêborîna xwe bixwazin. Li hember xizmeta Yûsif Gulo ku 65 salan bê navber ji bo Kurdistanê, ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê kirî, pêwîst e neyê jibîrkirin. Mirovekî Kurd an jî partiyeke Kurd ku ji şehadeta wî şûnde hê jî tekiliyê xwe bi kujerê Yûsif Gulo re bimeşîne, ew kes an jî ew partî dê tu carî ji laneta gelê me xelas nebe.

ANHA