Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan bê navber didome

Çavkaniyan diyar kir ku MIT'ê li navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî 6 kalemêr revandin.

Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan bê navber didome
20 mijdar, 2021   18:01
ŞEHBA

Çavkaniyan eşkere kir kir ku istixbarata Tirk li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî, 6 kesên temenên wan di navbera 50 û 70 de ye revand.

Li gorî çavkaniyê kesên hatine revandin ev in: Necîb Halo, Mihemed Hesen, Neşet Kurdî, Samî Henan, Mihemed Hekîm û Mihemed Kolîko.

Çavkanî diyar kir ku beriya niha jî komên çeteyên li Racoyê bi cih bûne, ev kes revandin û dema fidye dan, wan serbest berdan, lê vê carê hîn çarenûsa wan ne diyar e.

(eh)

ANHA