​​​​​​​Mîhrîcana 5`emîn a Osman Sebrî hat lidarxistin

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li dar xist. Di mîhrîcanê de 4 nivîskar hatin xelatkirin.

​​​​​​​Mîhrîcana 5`emîn a Osman Sebrî hat lidarxistin
20 mijdar, 2021   16:31
QAMIŞLO

Her sal Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna wêjevan û siyasetmedarê Kurd Osman Sebrî mîhrîcana wêjeyê li dar dixe, lê di vê salê de 2 caran hat ibtalkiri. Divyabû di Cotmehê de bihata lidarxistin, lê ji ber nexweşiya koronayê hat taloqkirin. Herî dawî ji ber komkujiya taxa Hilêliyê ya ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîbû jî hat taloqkirin.

/kr/uploads/files/2021/11/20/163337_img_4057.webp

Îro, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî bi dirûşma “Şoreş giyanê wêjeyê ye” li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Mîhrîcana îsal de tenê ji bo çîrokan bûn. Nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan bi giştî û cîhanê nivîsên xwe şandibûn. Tenê 11 çîrok hatin qebûlkirin ji wan 6 kurdî û 5 bi zimanê erebî bû.   

Hola mîhrîcanê bi wêneyê wêjevan û rewşenbîrên Kurd hatibû xemilandin. Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, rewşenbîr û nivîskarên herêma Cizîrê li mîhrîcanê amadebûn.

Mîhrîcanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endamê Dîwana Wêjeyê Ebdulmecîd Xelef û Cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho axivîn û bixêrhatina mêvana kirin.

Her wiha di mîhrîcanê de Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf derbarê wêjeyê de axivî û got: "Wêje hunereke bi mirovahiyê re dest davêje çawaniya jiyana mirovan û jiyanê dişopîne û dubar jî dike. Birêz Ocalan dibêje `Jiyana bê wêje û huner di asta jiyana lawiran de ye`. wê demê em dikarin bibêjin mirovahî bi wêjeyê tê nasîn.”

Paşê sînevîzyonek li ser jiyana Osman Sebrî hat pêşandan, piştre çîrok û helbest bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin. Di mîhrîcanê de ji aliyê koma şanoyê ya bi navê (Jiyan) şanoyek bi sernavê Komeleya Çandî hat pêşandan.

Piştre hunermend Mizgîn Tahir bi koma Orkêstra Zarokan a Rojava ya mûzîkê re stran got.

Di dawiyê de 4 nivîskar hatin xelatkirin ji wan 3 bi zimanê erebî û 1 bi zimanê kurdî bû. Navên wan jî wiha ye; yê erebî Avesta Îbrahîm, Sena Hacî û Ciwan Silo bû. Yên bi zimanê kurdî Selam Hisên bû.

(sb)

ANHA