Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
Li gelek bajaran çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê
20 mijdar, 2021   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hesekê, Kobanê, Reqa, Tebqa û Minbicê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan çalakî hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi diruşma "Ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan em bibin yek" meşek hate lidarxistin.

Bi dehan endamên Yekitiya Suryan,  saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên jinan ên bajar beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya Akademiya Beyet Nehrên a Jinên Ciwan ên Suryan a li taxa Nasira ber bi qada Şehîdan ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi zimanên suyranî, erebî û kurdî "Na ji tundiya li ser jinan re" û "Ji bo şikandina pergala baviksalarî em bixebitin" hatin vekir.

Meş li qada Şehîdan rawestiya, cîgira seroka Yekitiya Jinên Suryan Astêr Antwan Murad û endama rêveber a yekitiyê Meryana Mekê bi zimanê erebî û suryanî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Her sal 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Tundiya li ser jin û jinên ciwan yek ji binpêkirinên mafan e ku sînorê erdîngarî, etnîkî û çandî derbas dike û li her deverê û her zemanî, li mal, li kar, li kolan, li dibistan û di demên aştiyê de û di demên şer de tê kirin.

Li Sûriyê em di pêvajoya şer re derbas bûn û me azarên wê, ji qetilkirin, wêrandkirin û koçberî kişand. Bi navê sûcên şer û sûcên derexlaqî li dijî jinan hemû cûreyên tundiyê hate meşandin ku tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, jinên suryan ên Yekitiya Jinên Sûriyan wê ji bo mafên xwe û mafên gelên xwe û ji bo dozên tevahî jinan têbikoşin û wiha hate domand: "Baweriya me bi berxwedana jinên suryan û îradeya wan hene. Em vê yekê di hêzên jinan ên Beyt Nehrên HSNB û Sutoro-Jin de dibînin. Em bi hêzên leşkerî yên jinan û şehîdên xwe serbilind in."

Di dawiya daxuyaniyê de tundiya li ser jinan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Bi vê boneyê em Yekitiya Jinên Suryan diqîrin û dibêjin na ji tundiya li ser jinan re, na ji dagirkerî û şer re, na ji qirkirin û koçberkirinê re, na ji hemû cûreyên tundiya li ser jinan re. Em bi hêvî ne ku peyama me bighê hemû kesên ku tundiyê li jinan dikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê, diruşmeyên şermezarkirina tundiya li ser jinan hatin berzkirin.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jî di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de semînereke li Akademiya Viyan Amara hate dayîn. Bi dehan mamoste beşdarî semînerê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, mamaoste Nezîre Hec Elî anî ziman ku armanca wan ji dayîna semînerê hişyarkirina jinên ku ji mafên xwe bê par hatine hiştin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Peyman Ebdurehman semînera ku ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star, Navenda Lêkolînên Jineolojî û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ve hate amadekirin da.

Peyman Ebdurehamn got: "Jin bingeha jiyana xwezayî ye, meyla zihniyeta baviksalarî ya li desthilatdariyê û xweferzkirina li ser jinan, hişt ku jin ji mafên xwe bê par bimînin. Ev zihniyeta heya roja me ya îro berdewam dike.

Peyman Ebdurehman bal kişand ser cûreyên tundiya  li ser jinan ku mêr li ser wan dimeşîne û qala tundiya fîzkî û derûnî kir.

Peyman Ebdurehman diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan girîngî da doza jinan û mafên wan ên rewa. Her wiha got, divê jin li hember tundî û zilmê têkoşînê bikin û benda tirs û bêdengiyê bişkînn.

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û girîngiya ku jin li hemberî pergala baviksalarî li ber xwe bide, destnîşan kirin.

MINBIC

Li bajarê Minbicê jî Meclisa Jinan a Sûriyê, semînerek li hola Kombûna Jinan a Zenûbiya da. Bi dehan jin beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de cûreyên tundiya li ser jinan, sedemên wê û têkoşîna li hemberî wê hatin şîrovekirin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Xedîce Şewax semîner bi rêve bir.

Xedîce Şewax got: "Tundiya li ser jinan binpêkirineke eşkere û diyar ji mafên mirovan e û bandorên wê ne tenê li jinan e di heman demê de mabat û civak bi giştî pê bandor dibin."

Xedîce Şewax diyar kir ku tundî li pêşiya beşdarbûna jinan di çalakiyên rêxistinî de dibe asteng, di encamê de jin nikare bi xwe û bi zarokên xwe ve baş mijul bibe. Her wiha car caran dihêle ku ji ber tundiyê jin dawî li jiyana xwe werîne.

Endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Xedîce Şewax di dawiyê de got: "Çareseriyên ku divê were kirin da ku civakeke bêyî tundiya li ser jinan were avakirin, ew ku perwerde were zêdekirin, berpirsyartî werin belavkirin û erkên di navbera jin û mêran de wekî hev bin."

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uOJMq8di-Sw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê li baxçeyê Şehîd Hevrîn ê li başûrê bajêr kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Kewser El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinên sûrî nexasim jinên li Bakurê Sûriyê, ji wan jinên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hîn jî bi hemû cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin.  Her wiha hate destnîşankirin  "Hişmendiya mêrdestî û dagirkeriya Tirk a bi serkêşiya kujer Erdogan jinan dikin hedef, nexasim jinên ciwan û ew kirine alaveke bazirganiyê, her wiha bi navê adelet û şerefê jin sînordar kirin."  Di daxuyaniiyê de bal hate kişandin li ser qirkirin û komkujiyên ku li dijî jinan hatin kirin û wiha hate domandin: "Li dijî jinên Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Asûr, Tirkmen û Çerkes komkujî û qirkinan pêk anîn, ji wan komkujiyên Şengal, Parîs û komkujiya Barselî ku heta niha şahida hovîtiya Trujillo ye. Di serdema me de jî hovîtiya dewleta Tirk û hikumdarê wê Erdogan heye. Lê dîsa jî jin dê li dijî tundî, nezanî, zayendperestî, paşverûtî û mêrdestiyê li ber xwe bide û dîroka jinan, ji Zenûbiya bigire û heta bi Lîlya, Îştar, Klara, Roza, Kleopartra û Hepatî û têkoşerên din isbata vê berxwedanê dike.  Di dawiyê de YPJ`ê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan xeta têkoşîna jinan û xeta şehîd Rojbîn, Bêrîtan, Zîlan û Sakîne dişopînin, li ser vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku tev li cenga azadî û berxwedanê bibin û hemû rojên xwe bikin rojên têkoşîna li dijî jinan da jineke azad, rêxistinkirî, têkoşer û berxwedêr bigihêje."

TEBQA

Bi mijarê ve girêdayî Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê hemleya bi dirûşmeya "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" da dest pê kirin.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Beyda Xidir li pêşiya navenda yekitiyê ya li naverasta bajêr û bi beşdariya gelek endamên rêveberên saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Hemle dê heta 25`ê Mijdarê berdewam bike. Ev hemle bi armanca redkirina  hemû cureyên tundiya li dijî jinan û sekna li dijî hişmendiya mêrdestî ye ku rola jinan di civakê û jiyanê de paşguh kirine. Guhartina piştî Şoreşa Rojava di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe daye der, jiyaneke nû ji jinan re bi xwe re anî, her wiha gelek mafên beriya niha ji destên wan hatibûn derxistin, qezenc kir. Lê ev hemû jî bi saya fikirê Ocalan û felsefeya wî ye ku di civak û jiyana îdarî û leşkerî de cih û mafên jinan da wan."

ANHA