Li Reqa û Helebê  şahî ji zarokan re hatin lidarxistin

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerê Çekdarî de ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navenda Hîlala Zêrîn şahî li dar xistin.

Li Reqa û Helebê  şahî ji zarokan re hatin lidarxistin
Li Reqa û Helebê  şahî ji zarokan re hatin lidarxistin
Li Reqa û Helebê  şahî ji zarokan re hatin lidarxistin
Li Reqa û Helebê  şahî ji zarokan re hatin lidarxistin
Li Reqa û Helebê  şahî ji zarokan re hatin lidarxistin
Li Reqa û Helebê  şahî ji zarokan re hatin lidarxistin
20 mijdar, 2021   15:41
REQA

Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerê Çekdarî de ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sponseriya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li Navenda Çandê ya Reqayê li dar xist. Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl, nivîsgehên parastina zarokan ên Reqayê, Dêrazor, Tebqa, Hesekê û bi dehan zarok beşdarî bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û cejna zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir.

El-Mihbaş got: "Neteweyên Yekbûyî di 1954’an de biryar da ev roj ji bo zarokan be. Ev roj li gel dewletên cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e. Li gorî wê peymaneke taybet bi navê peymana mafên zarokan hat îmzekirin. Peyman ji 24 madeyên qanûnî yên têkildarî mafên zarokan pêk tê. Piranî dewletên cîhanê û NY’ê peyman îmze kir. Em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bend û qanûnên vê peymanê erê dikin."

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerê Çekdarî de ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz Xelîl tevahî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir û wiha got: "Divê tevahî dewletên cîhanê li gorî mîsaq û peymanên mafên zarokan tev bigerin".

Piştî axaftin bi dawî bûn, komên girêdayî Navenda Çandê ya Reqayê şano, hunerên lîstokî û dîlanên gelêrî û folklorî pêşkêş kirin.

Komîteya Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokên şaredariyên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Hesekê xelat kirin. Di heman demê de Desteya Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hamid Ebid El-Mihbaş diyarî dan zarokên ku şano û dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

HELEB

Bi heman armancê Navenda Hîlala ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bi diruşma "Aştiyê xemla zarokan xweş dibe" şahiyek ji zarokan re li hola Efrîn a li taxa Şiqeyêf a Helebê li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/11/20/142205_hdyat-athman.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Navenda Çand û Hunerê Hîdayat Osman axivî û wiha got: "Perwerdekirina zarokan erkeke me tevan e û em jî hewl didin bi rêya perwerdekirina zarokan xwe civakek hevgirtî ava bikin."

Piştre komên Kulîlkên Pêşerojê û Kulîlkên Efrînê yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê komek stranên gelêrî pêşkêş kirin, her wiha koma Stêrkên Pêşerojê şanoyek pêşkêş kir, li gel wê jî zarokan tabloyê hunerî yên girêdayî jin û xwezayê pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA