Hêzên Deryayî yên Îranê keştiyeke biyanî desteser kir

Malperên nûçeyan ên Îranê ragihand ku Hêzên Deryayî yên Îranê keştiyeke biyanî li Kendavê girtiye ku sotemeniya qaçax lê barkirî bû.

Hêzên Deryayî yên Îranê keştiyeke biyanî desteser kir
20 mijdar, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Mehr a Îranê Hêzên Deryayî yên Îranê keştiyeke biyanî li başûrê welêt desteser kir ku bi sotemeniya qaçax dagirtî bû.

Ajansê ku agahiyên xwe dispêre fermandar Ehmad Caciyan, got: “Piştî xebatên îstixbaratî, hêzên deryayî keştiya biyanî desteser kir ku di tîma wê de 11 kes hebûn.”

Caciyan ev agahî dan: “Piştî ku me lêgerîn di keştiyê de çêkir, me zêdetirî 150 hezar lître mazota qaçax girt. Li ser wê me hemû endamên tîma keştiyê birin bajarê Parsiyan da ku girtekên qanûnî der heqê wan de bigirin.”

(şx)