Meclisa Ewlehiyê nekarî biryara agirbestê ji bo Etiyopyayê bide

Endamên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê vê hefteyê ji bo pêkanîna agirbestê li herêma Tîgray a Etiyopyayê nekarî biryarekê bigirin.

Meclisa Ewlehiyê nekarî biryara agirbestê ji bo Etiyopyayê bide
20 mijdar, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê dîplomatekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got Rûsya û Çînê li dijî reşnivîsa biryarê ku Îrlandayê pêşkêş kiriye, derketin.

Çavkaniyên dîplomatîk ên din jî piştrast kir ku lihevkirin tune ye û got ji bo pêşkêşkirina reşnivîsê zû bû.

Şandeya dîplomatîk a Rûsyayê piştrast kir ku nakokiyek li ser navaroka reşnivîsê heye.

Di reşnivîsê de ku AFP`ê bi dest xistiye, bang li Meclisa Ewlehiyê tê kirin ku alîkariyên mirovî bê astengî bigihînin herêmê, şer bi dawî bibe û diyalogeke neteweyî li Etiyopyayê pêk were.

Di reşnivîsê de meclisê metirsiyên xwe têkildarî girtina karmendên NY`yê anî ziman û banga serbestberdana wan kir.

(şx)