​​​​​​​Normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re û fikarên Amerîkayê

Tevgerên ereban ên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re di qada siyasî û ragihandinê de cihekê girîng girt. Li bermaberî van tevgera Amerîkayê bi fikar e û van normalîzekirina qebûl nake. Gelo wê normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re bighêje ku derê?, her wiha girêdana van têkiliyan bi Îsraîlê re çi ye û armacnên wê çi ne?

​​​​​​​Normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re û fikarên Amerîkayê
20 mijdar, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Beriya çend rojan, Wezîrê Karê Derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayîd Al Nehyan serdana Şamê kir. Ev serdan piştî deh salan ji qutbûna têkiliyên her du welatan ya yekemîn e. Beriya vê serdanê serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û Welîehdê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan re bi telefonê axivîbûn.

Ev tevger piştî bûyerên li Derayê dest pê kirin. Destpêkê Urdun ket tevgerê da ku vê aloziyê çareser bike. Di vê çarçoveyê de qiralê Urdunê serdana Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir. Esed jî bi telefonê bi qiralê Urdunê Ebdullah El-Sanî re axivî. Her wiha wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê serdana Eman kir û bi hempîşeyê xwe yê Urdunê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî çavdêran, ev pişketin ji dema ku Jeo Biden bûye serokê Amerîkayê ve dest pê kir.

Dibe ku hewldanên welatên ereban ên bi navbynkariya Rûsyayê bi tevgerên Moskova yên bi Îsraîlê ve girêdayî bin. Ji ber ku gelek dewletên ereban têkiliyên xwe bi Til Evîvê re normalize kirin. Her wiha dibe ku diyalogên DYA- Rûsya yên heyê yên derbarê Srûiyê de ku ji Hezîranê ve dest pê kirin û nirxandinên hevbeş ên li hemberî hebûna Îran û Hizbullah li Sûriyê li ser xeta Til Evîv – Moskova, kenalên diyalogan bi hikumeta Şamê re vekirin.

Washington ji aliyê xwe ve ragihand ku heger Şam beşdarî çareseriya rasteqîn a ji aloziya Sûriyê re nebe ew tu destekê nade xebatên ererban ên bi hikumeta Şamê re û heya niha normalîzekirina têkiliyên ereban bi Şam re erê nekiriye.

Li ser helwesta Amerîkayê, gelek pisporan destnîşan dikin ku ev helwest niyeta Şam a derbarê çareseriya siyasî de dixe ezmûnê. Serdana qiralê Urdun ji bo Moskova û Washington, peywendiya bi telefonê ya bi Esed re û vekirina sînorê Sûrya-Urdunê beriya çend mehan di vê çarçoveyê de tên.

BERJEWENDIYÊN ABORÎ

Li gorî raporên amerîkî, nêzîbûna di navbera Îmarat û hikumeta Şamê re dibe ku xizmeta herdu aliyan bike. Di raporan de hate diyarkirin bi hezaran sûrî li Îmaratê bi cih dibin û gelek ji wan pereyan ji welatên xwe re dişînin, ji ber ku rewşa li herêmên hikumeta Şamê karasetî ye.

Ji vê zêdetir, Urdun li berjewendiyên xwe digere, ji ber ku aboriya wê westiyaye. Demê dawî, wezîrên enerjiyê yên hikumeta Şamê, Lubnan, Urdun û Misir li paytexta Urdun Eman civiyan û li ser rêbazên gihandina gazê ji Misir ber bi Lubnanê ve, di rêya Sûriyê û Urdunê de nîqaş kirin.

Ev civîn piştî erêkirina DYA'yê de hate lidarxistin ku ew ê destekê bide Lubnanê da ku aloziya wê ya kehrebê bi rêya gihandinê gaza Misirê di rêya Sûriyê de çareser bike.

Li gel geşedanên siyasî, şîrovkarên siyasî diyar dikin ku motorê sereke yê jinûve aktîvkirina têkiliyan Urdunê ye û sedemên vê yekê jî aborî ne.

Tevî helwestên Îmarat, Misir û Urdunê, lê Erebistana Siûdî ku xwediya bi hêz a diyarkirina helwesta kombûna Kendavê ye, siyaseteke bi baldarî dimeşîne.

Li ser mijarê lêkolînerê mezin ê Enstîtuya Amerîkî ya New Lines, Nicholas Heras ji ajansa me re axivî û got: "Erbistana Siûdî li ser xeta Îmaratê dimeşe, lê hewl nade ku tevkariyeke germ bi Şamê re çêbike. Urdunê bi karîna dewleta ya berxwedanê mijûl dibe. Rejîma qiraltiya Haşimî vê yekê bi rêya bazirganiya bi Sûriyê re wekî derfetekê ji bo sivkirina aloziya aborî dibîne."

HEBÛNA ÎRANÊ.. GAVÊN ŞERMOK LI SER ERDÊ

Normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re li ser gelek astan pêk tê. Çavdêr dibêjin ku armanca sereke ji vê normalîzekirinê sînordarkirina hebûna Îran û Tirkiyê li herêmên diyar ên Sûriyê ye.  Dewletên Ereb di vê yekê xwe dispêrin rola Rûsya ya ku îtrîafê bi Şamê dike. Di belgeya Urdunê ya derbarê Sûriyê de banga derxistina hemû hêzên biyanî jî Sûriyê dike, lê Rûsya di nav xwe nagire.

Ev hewldanên ereban rastî astengiyekê tenê tên. Ev astengî jî Esed e ku alîgirê Îranê ye (Dijmnê serokê Erebistana Siûdî û Îmratê ye). Tevî ku Îmrat di gelek helwestan de nêzî siûdiyan e. Lê di siyaeta xwe ya derve de xeteke serbixwe hilbijart. Dibe ku normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re di vê çaçroveyê de ye. Piraniya dewletên Kendavê hewl didin têkiliyan bi hikumeta Şamê re baş bikin ku karibin bi vê yekê wê ji Îranê dûr bixe.

Hemwextî van geşedanan, agahî belav bûn ku hikumeta Şamê fermandarê hêzên Pasdarên Îranê yê li Sûriyê Cewad El-Xufarî dersînor kir. Li ser vê mijarê çavkaniyên fermî ên sûrî ji malpera Al Monitor a merîkî re got: "El-Xufarî bûye barek, dem hatiye guhertin, di demekê ku de şer dike bi dawî bibe, lê ew hîna dixwaze ku li gorî rêgezên şer nêzîk bibe."

Gelek çavkaniyên din ên sûrî û îranê ji Al Monitor re gotin: "Biryara dersînorkirina El-Xufarî di navîna Cotmehê de, an ku beriya 3 hefteyan ji serdana wezîrê karê derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayîd ji bo Şamê hatibû girtin."

Her wiha çavkaniyan ji Al Monitor ji re destnîşan kir pêşeroja hebûna Îranê li Sûriyê dest pê kir mîna ku fermandariya Şamê dabeş dike û gotin: "Baregeheke heye divê li ser wê hişyariyeke hebe, ev baregeh bi israr e ku teqdîr û rêzdariya li hemberî îraniyan bide xuyakirin mîna ku di salên borî de jî wisa kiribûn. Beşar Esed û hin şêwirmendên wê û berpirsên leşkerî vê baregehê bi rêve dibin."

Lê baregeha duyemîn dixwaze ku îranê û hevalbendên wê qebûl bikin ku şerê li Sûriyê bi dawî bûye û hewcedarî bi hebûna wan nine. Endamên sereke yên vê baregehê Esam Esed û serfermandar Mahir Esed in.

Çavkaniyekî fermî sûrî ji Al Monitor re axivî û got: " Aliyên herêmî berî li nuxbeya bilind a li Şamê ya ku ji bo prosesa jinûve avakirinê amade ye û wekî nêrînekî pêwîst ji bo lihevkirin û ewlehiyeke mayînde dibînin."

NÊRÎNA ÎRAN CÛDA YE

Lê nêrîna Îran ji vê yekê cûda ye, sekretêrê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrellah got, normalîzekirina têkiliyên ereban bi hikumeta Şamê re serkeftina Esed û hevalbendên wî nîşan dide. Li gorî rojnameya Cîhan a girêdayî lêderê murşidê Îranê Elî Xaminî; normalîzekirina Îmarat a têkiliyên bi Şamê re serketina berxwedanê ya li hemberî projeyên xeternak e.

Nivîskar û lêkolînerê amerîkî yê  Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî (AEI) Michael Rubin jî got: " Ne realîst e ku mirov bifikire ku heta ku Esed li ser desthilatê be, Sûriyê dê ji mihwerê Îranê veqete, Esed ne tenê ji bo alîkariya Hizbullah û Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî deyndar e, lê Îran hebûna xwe li Sûriyê diparêze ku winda nake. Her wiha daxwaza Rûsya ya dîtina Sûriyê ku dê nêrîna xwe biguhere kêm e."

FIKARÊN EREBAN JI ROLA TIRKIYÊ

Di heman demê de, gavên ereban ên normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re li hemberî hebûna xeternak a Tirkiyê li Sûriyê ye, her wiha tirsa ku Îxwan El-Muslimîn bighêje ser desthilata wan welatan. Nemaze piştî dest danî ser desthilata li Lîbiya û Misirê.

Ji bo bidawîkirina van xeteriyan, Îmarat têkilî bi dewletên dijberên Îranê wekî Yewnanist û Qibirsê re ava kir. Her wiha piştgirî da genralê lîbyayî Xelîfe Hefter li hemberî destwerdanên Tirkiyê. Lê bêyî avakirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re avakirina kevana dijberî tirkî temam nabe.

Di vê çarçoveyê de, Nicholas Heras dibêje: "Îmarat û Misir dibînin ku ferzendek heye ku rê li ber zêdegaviyên Tirkiyê li Rojhilata Navîn , li Sûriyê bigirin. "

Michael Rubin jî dibêje: " Tirkiye ji bilî radîkalan wê li herêmên Sûriyeyê yên ku dagir nekiriye, zêde xwedî bandor nebe. Lê Erdogan dixwaze împratoriya Osmaniyan zindî bike, sûrî rewşa xwe ya dema di bin dagirkeriya osmaniyan de bi bîr tînin."

Rubin diyar kir ku rejîma Esed dikare xwe ji rewşa heyî xilas bike û wiha domand: " Ne ji rêveberiya şaş a Esed bûya, şerê navxweyî çênedibû. Lê ruxmî vê yekê heya asteke mezin di şer de bi ser ket. Ne mumikine ku rewş vegere wekî berê."

GELO WÊ ŞAM NÊZÎKATIYÊN XWE BIGUERE?

Piştî desteka Rûsya û Îranê ku nehiştin hikumeta Şamê hilweşe, di demên dawî de dewletên rojava û rojhilat serî li nêzîkatiyên din dan û gelek caran diyar kir ku guhertina nêzîkatiyên Şamê bi rêya normalîzekirina têkiliyan pê re, pêkan e.

Li bermaberî vê yekê, gelek alî ji gavên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re bi fikar in ku neghêje lihevkirineke siyasî ji bo çareserkirina aloziyê û ev yek bihêle ku hikumeta Şamê bibîne ku ew li hemberî hemûyan bi ser ketiye û bixebite ku rewşa welat vegerîne beriya sala 2011'an, di encamê de alozî vegere çargoşeya yekemîn.

ANHA