Yadê Emîne: Rêbertî hêviya welatekî azad di dilê min de çand

Jina bi navê Emîne Osman di payîza sala 1997'an de, bi rêber Abdullah Ocalan re civiyabû û bi van gotinan wan kêliyan bi bîr tîne: "Ew roj ji bîra min naçe. Rêbertî hêviya dîtina welatek û gelekî azad di dilê min de çand, gotinên wî rihê berxwedanê li gel min xurt kir."

Yadê Emîne: Rêbertî hêviya welatekî azad di dilê min de çand
20 mijdar, 2021   04:11
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan sala 1997'an de serdana bajarê Helebê kir û civîn ji gel re li dar xist. Di wan civînana de Tevgera Rizgariya Kurdistanê û fikirê wê bi gelek re da nasîn.

Jina bi navê Emîne Osman a di 70'î saliya xwe de ji taxa Şêxmeqûdê ye û di sala 1997'an de beşdarî civîna ku rêber Abdullah Ocalan li taxa Seyfûdewla li dar xistibû, bû.

Yadê Emîne di salên 80'î de fikirê Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û beşdarî gelek çalakiyên tevgerê bû.

Yadê Emîne li ser hevdîtina xwe ya yekemîn a bi rêbertî re got: "Pir kêfxweş bûm, hestê welatparêziyê di hunerê min de xurt bû, kêliyek bû ku bi gotinan nayê wesifkirin. Rêbertî di civînê de gala doza kurdî, azarên ku gelê Kurd ji ber qirkirin, zilm û çewistandina nasnameyê kişandin, kir."

Yadê Emîne Osman her wiha got, rêbertî behsa destkeftiyên ku tevî astengiyan hatin bidestxistin û zehmetiyên ku di xeta wî ya têkoşînê de dîtine, kir.

Yadê Emîne diyar kir ku rêbertî di civînê de li ser fikirên aştî û rêbazên serxistina şoreşên kurdan axivî û banga li beşdaran kir ku ji bo avakirina civakeke azad, bi edalet û aştî xeta berxwedanê hilbijêrin.

Her wiha goto: "Rêbertî çavkaniyek bû ku xwe nas bikin. Ne ji wî bûya, dê haya me ji hebûna nasnameya me tunebûye, her wiha me mafên xwe yên çewisandî nas nedikir û me tiştek li ser têkoşînê nedizanî."

Yadê Emîne bi hinceta ku endama komeke navenda çandê ya Helebê ye, du caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hate girtin, lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda û li ser fikirê rêbertî xeta têkoşînê berdewam kir.

Yadê Emîne Osman cihê xwe di berxwedana sala 2016'an li hemberî êrişên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqûdê de girt, xwarin ji şervanên parastinê re amade dikir.

Li ser komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan,  Yadê Emîne Osman ev tişt got: "Min pêşbinî dikir ku dê tiştek bi rêbertî re çêbibe, rastî di 15' Sibata 1999'an de komployeke navneteweyî li dijî wî hate kirin, di encamê de hate revandin û radestî Tirkiyê hate kirin.

Kêliya min nûçeya girtina rêbertî bihîst pir xemgîn bûm. Lê pirsa yekemîn ket bala min, gelo piştî girtinê wê çarenûsa doza kurdî çawa be. Lê bi destpêka Şoreşa Rojava re min nas kir ku rêbertî şoreşek afirand û ev şoreş bi bin nakeve. Rêbertî rihê şoreşê di dilê her kesên ku wî nas kirine de çand. Girtina wî li ber wî ku serkêşiya şoreşê bike nebû asteng."

ANHA