Civîna Komîteya Şopandinê bi biryaran bi dawî bû

Komîteya Şopandinê ya Kongreya Nîştimanî ya herêmên Cizîr û Firatê civîna xwe ya asayî bi gelek biryaran bi dawî kir, jê yekkirina rêveberiya dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna hemû biryarên kongreyê.

Civîna Komîteya Şopandinê bi biryaran bi dawî bû
19 mijdar, 2021   15:34
HESEKÊ

Komîteya Şopandinê ya Kongreya Nîştimanî ya herêmên Cizîr û Firatê civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar dixe.

16 endamên komîteyê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş beşdarî civînê bûbûn.

Têkildarî vê yekê endamê Komîteya Şopandinê ya Kongreya Niştimanî ya Herêma Cizîr û Firatê Lorans Borsan ji ANHA`yê re diyar kir ku ev civîna 9`emîn ku komîteya girêdayî Kongreya Niştimanî ya Herêma Cizîr û Firatê li dar dixe. Di dawiya vê salê hin nuqteyên serekê di pratîkê de xuya kirin, her wiha hin gavên nû yên girêdayî pêşxistina rewşa giştî û xebata Rêveberiya Xweser hatin avêtin.

Lorans Borsan destnîşan kir ku di civînê de beşdaran nêrînên xwe li ser raporên komîteyê dan.

Borsan ev li gotina xwe zêde kir: "Di civînê de hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş baş şîrove kir û kar û xebata demên derbasbûyî nirxandin. Li aliyekî din jî gelek nuqteyên sereke hatin gotûbêjkirin, ji wan yekkirina rêveberiya dergehên Bakur û Rojhilê Sûriyê."

Lorans Borsan piştrast kir ku biryara yekkirina dergehan dê sûdê bigihîne welatî û bazirganan, her wiha sûdê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî jî bike. Borsan got, di civînê de îşaret pê hate kirin ku divê hemû biryarên Kongreya Niştimanî ya Herêma Cizîr û Firatê, tavilê bikevin pratîkê.

Borsan wiha axaftina xwe dewam kir: "Rewşa hin nuqteyên ewlehiyê û şopandina nuqteyên din hate nîqaşkirin û dê di demên pêş de wekî karekî meydanî be ku em ê li ser bixebitin, her wiha di çend mehên pêş de dê raporên têkildarî wê werin pêşkêşkirin."

Lorans Borsan eşkere kir ku piştî salê ji lidarxistina kongreyekê yekemîn dê kongreyekî din ji herêma Cizîr û Firatê re li dar bixin.

Endamê Komîteya Şopandinê ya Kongreya Niştimanî ya Herêma Cizîr û Firatê hêviya îstiqrareke siyasî ji herêmê re xwest, her wiha hevpeymana civakî bi forma xwe ya bingehîn bi dawî bibe û qonaxa hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were destpêkirin.

(eh)

ANHA