​​​​​​​Li dijî Efrînê êrişa bi moşekan

Li navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî êrişek bi moşkan pêk hat.

​​​​​​​Li dijî Efrînê êrişa bi moşekan
19 mijdar, 2021   15:26
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecehî dane, vê êvarê li navenda bajarê Efrînê êrişa bi moşekên Grad pêk hat. 

Çavkaniyan ragihandin ku 8 moşek li taxan ketin û artêşa Tirk û çeteyên wê seferber bûn.

Agahiyên têkildarî jêdera êrişê û ziyanên wê nehatin zanîn.

ANHA