Dagirkeran 400 darên zeytûnê li navçeya Şêrawa birîn

Çeteyên “Feyleq El-Şam” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nêzî 400 darên zeytûnan ên malbata Zelûha ya ji gundê Kefer Nebû yê girêdayî navçeya Şêrawa, birîn.

Dagirkeran 400 darên zeytûnê li navçeya Şêrawa birîn
19 mijdar, 2021   11:49
 ŞEHBA

Di çarçoveya sûcên dagirkeriya Trik û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, çeteyên “Feyleq El-Şam” yên li gelek gundên navçeya Şêrawa bi cih dibin, nêzî 400 darên zeytûnan bê ser û ber birîn.

Çavkaniyekî diyar kir ku darên hatine birîn ên 3 kesên ji heman malbatê ne, navên wan kesan wiha ne (Mehmûd Zelûha, Îbrahîm Ehmed Zelûha, Xêro Ehmed Zelûha).

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan êzingên wan daran li sûkên bajarê Efrînê yê dagirkirî firotin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên Efrînê yên resen dewam dikin, wan tengav dikin da ku malên xwe terk bikin û koçber bibin.

(cx)

ANHA