Sûcên dagirkeran li dijî sivîlên Efrînê dewam dikin

Çeteyên “Ehrar Şerqiyê” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker mêrekî temenmezin û lawê wî ji navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî revandin û birin cihekî ne diyar.

Sûcên dagirkeran li dijî sivîlên Efrînê dewam dikin
19 mijdar, 2021   11:43
 ŞEHBA

Çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên “Ehrar Şerqiyê” du endamên malbatekê ji şêniyên navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne; Mistefa Arif (65) û lawê wî Elî Mistefa Arif.

Çarenûsa kesên revandî ne diyar e.

(cx)

ANHA