Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî dest pê kir

Bi tevlêbûna 200 delegeyan û bi dirûşma “Bi têkoşîna jinên azad edaleta civakî pêk tê” Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 3`yemîn a herêma Cizîrê dest pê kir.

Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî dest pê kir
19 mijdar, 2021   09:14
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, di van kêliyan de konferansa xwe li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê da destpêkirin.

Di konferansê derdora 200 delegeyên rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê beşdar in.

Wêneyên şehîdên azadiyê, pankartên “Na ji dagirkeriyê re na ji kuştina jinan re na ji xwekuştinê re” û “Şîdeta li ser jinan şîdeta li ser civakî ye” di hola konferansê de hatin daliqandin.

Li gorî Komîteya Amadekar destpêkê dê bi navê Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, bi navê malbatên şehîdan, axaftin werin kirin. Her wiha endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif dê rewşa li herêmê binirxîne.

Her wiha dê rapora meclisê û rapora werşeya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan û encamnameya dawîn werin xwendin.

Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 2`yemîn sala 2018`an li dar ketibû.

(şx)

ANHA