Gêlo Îsa: Ji bo têkbirina şerê taybet, divê civak destekê bide Rêveberiya Xweser

Gêlo Îsa têkildarî şerê taybet got: "Ji bo têkbirina şerê taybet divê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê bide Rêveberiya Xweser."

Gêlo Îsa: Ji bo têkbirina şerê taybet, divê civak destekê bide Rêveberiya Xweser
19 mijdar, 2021   10:24
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Şerê taybet yek ji rêbazên şeran e ku zêdetir bandorê li civakan dike, ji ber ku derbasî koka civakê dibe da parçe bike, lawaz bike û li gorî aliyê ku wî şerî dimeşîne bi rê ve bibe. Gelek rêbazên şerê taybet hene. Cihêwaziya vî şerî ew e ku ne berçav e.

ꞌHEMÛ DEWLETÊN HERÊMÎ YÊ LI SÛRIYÊ ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNIN'

Têkildarî vê yekê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)  Gêlo Îsa got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewletên herêmî destwerdana Sûriyê kirin. Hemû dewlet ji bo armanc û berjewendiyên xwe şerê taybet dimeşînin. Dewleta Tirk jî bi awayekî berçav şerê taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, ji ber ku dixwaze civakê bixe bin bandora xwe."

Îsa diyar kir ku dewleta Tirk sîxûr li herêmê belav kiriye da ku armancên şerê taybet di nav civakê de pêk bîne û wiha domand: "Ji rêbazên şerê taybet; belavkirina madeyên hişbir, propagandayên pêkanîna êrişên leşkerî, dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qutkirina ava Firatê, derxistina fitneyên di navbera gel û Rêvebeirya Xweser de û hedefgirtina herêmê bi balafirên bêmirov, lê divê em li hemberî vê yekê hişyar bin."

ꞌŞERÊ TAYBET NE TENÊ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TÊ KIRINꞌ

Dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin tenê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Têkildarî vê yekê siyasetmedarê Kurd Gêlo Îsa da zanîn ku şerê taybet ê li herêmê ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, di heman demê de Rûsya jî vê yekê dide meşandin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Ji ber ku Rûsya dibêje; ger em ji vir vekişin dê Tirkiyê êrişên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ev jî hin metirsiyan di nava welatiyan de çêdike, lê Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civakê li ser vê hişyar dikin, da nekevin bin bandora şerê taybet, dûrî wê bikevin û li hemberê wê şer bikin."

Endamê Komîteya Navendî ya P.D.K.S'ê  Gêlo Îsa bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Hişyar bin, parastina xwe bikin, hevgirtina xwe ava bikin, Rêveberiya Xweser û dezgehên çapemeniyê yên li herêmî bingeh bigirin, her wiha parastina Şoreşa Rojava bikin û destekê bidin şervanan. Ev yek wekî girêdana mirov bi xaka xwe ve ye, ji ber ku bi vê rêyê em dikarin li dijî şerê taybet bisekinin, bi ser bikevin û dijmin derxin."

(eh)

ANHA