Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê 7’emîn konferansa xwe  bi beşdariya malbatên şehîdan û şandeyan li dar xist û bi hilbijartina rêveberiyeke nû ji bo meclisê bi dawî kir.

Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
Konferansa malbatên şehîdan ên Tirbespiyê bi dawî bû
18 mijdar, 2021   17:07
QAMIŞLO

Vê sibehê xebatên 7’emîn konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ya Qamişlo ya herêma Cizîrê bi diruşma"Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê faşîzima dewleta Tirk û dagirkeriyê têk bibin" li dar ket. Di konferansê de 210 delge, şandeyên ji QSD, YPJ, YPG, Mala Êzidî ya Tirbespiyê, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk beşdar bûn.

Xebatên konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Zeyneb dayika şehîd Simko, Mihemed û Gêlan axivî û lidarxistina konferansê li tevahî gelên herêm ji Kurd, Ereb û Suryan pîroz kir û hêviya serkeftinê xwest.

Dûvre endama rêveber a Kongreya Star Mecdolîn Elî, endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fesîh Hisên û yek ji fermandarên QSD’ê Zêdan Elî axivîn û lidarxistina konferansê li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û da zanîn ku malbatên şehîdan xwedî erka pêkanîna aştî û azadiya civakê ne û pêşengê têkoşîn û berxwedanê ne.

Axêveran diyar kir ku dagirkeriya Tirk hewl da û hîna hewl dide destkeftiyên şehîdan têk bibe, her wiha bang kir ku hevgirtî bin da ku parastina destkeftî û armancên şehîdan bikin.

Piştre rapora salane ya Meclisa Malbatên Şehîdan bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin, deriyê nîqaş û nêrînan û nirxandina xebatên salên borî hat vekirin, her wiha pêşniyarên ji bo xebata meclisê di pêşerojê de hatin kirin

Dûvre rêveberiyeke nû ji bo Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ku ji 9 endaman pêk tê hat hilbijartin.

Konferans bi gelek biryaran bi dawî bû:

-Ji bo azadiya rêber Apo têkoşîn were xurtkirin.

-Tevahî pirsgirêkên malbatên şehîdan bêyî derengxistin bi rêya Meclisa Malbatên Şehîdan werin çareserkirin, were xwestin dê komîte ji bo vê yekê werin avakirin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan di nav malbatên şehîdan û civakê de saziya pêşeng be.

-Ji bo şopandina rêxistinbûyîna malbatên şehîdan û diyarkirina erk û peywiran di saziyê de komîteyeke taybet were avakirin.

-Xebatên perwerdeyê di Meclisa Malbatên Şehîdan de were domandin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan li hemberî êrişên li ser nirxên şehîdan û felsfeya rêbertiyê bisekine.

-Ji bo pêşxistina xebatê, divê Meclisa Malbatên Şehîdan bi hemû saziyan re koordîne bike.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan, li ser pirsgirêkên diravî û aborî yên malbatên şehîdan bisekine û li gorî derfetên heyî projeyên aborî veke.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan pêşengtiya civakê di rêxistinkirina gelê şoreşger li ser fikir û felsfeya rêbertî de bike.

(fr)

ANHA