Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê civiyan

Şandeyek ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê serdana Navenda Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya li Qamişlo kir. Her du aliyan li ser hevkariyê li hev kir, da sûc û gelek dosyên qanûnî yê mafên mirovan bişopînin û belge bikin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê civiyan
18 mijdar, 2021   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Her du aliyan rewşa herêmê, bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî û gundewarê wê, her wiha sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê gotûbêj kirin.

her wiha li ser rewşa koçberên li kampan û navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin kirin û îşaret bi rola civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî van sûcan kirin.

Her du aliyan behsa rêbazên belgekirina sûcên dagirkeran û veguhestina belgeyan ji raya navneteweyî kirin, da ku dewleta Tirk a dagirker were cezakirin. Hate gotin, divê zext li civata navneteweyî were kirin, da ku dawî li dagirkeriyê bîne û koçber vegerin warên xwe. Her wiha îşaret bi hevkariya li ser şopandin û belgekirina sûcan û gelek dosyên qanûnî yên mafên mirovan kirin. Da li gorî qanûnên navneteweyî sûcdar werin cezakirin.

(eh)

ANHA