​​​​​​​Xelata afrîneriyê ya HRRK'ê ji Salih Heydo û Konê Reş re hat dayîn

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê xelata xwe ya afrîneriyê ya îsal da dîroknasê Kurd Salih Heydo û rewşenbîr û nivîskar Konê Reş.

​​​​​​​Xelata afrîneriyê ya HRRK'ê ji Salih Heydo û Konê Reş re hat dayîn
18 mijdar, 2021   12:35
 QAMIŞLO

Têkildarî mijarê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo civîneke çapemeneiyê lidar xist.

Xelata afrîneriyê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di sala 2016’an de li bajarê Qamişlo hate avakirin. Desteya Rêvebir a HRKK’ê çavdêriya wê dike.

Di civîna çapemeniyê de Endama Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Enahîta Şêxî diyar kir ku armanca vê xelatê rêzgirtin ji afirînerekî Kurd e ji bo rola wî di guhertina çanda kurdî de ber bi başiyê ve.

Enahîta Şêxî da xuyakirin ku pîvanên hilbijartina serkeftî li gorî tecrûbeya wî ya giştî û bandora wî ya li ser qada çandî ya li Rojava û Sûriyê ye.

Enahîta Şêxî got: "Xelata çaremîn a afrîneriyê bi heman rengî ji bo du afrînerên ku ji bo ziman, mîrate, dîrok û çanda kurdî kedeke mezin dane, hate dayîn."

Enahîta Şêxî wiha dom kir: "Konê Reş û Salih Heydo nirxên kurdayetiyê û mirovahiyê di wateya xwe ya berfireh de dihewînin û bi dehan pirtûkên lêkolînê çêkirine. Ev hemû ji bo zimanê kurdî çavkaniyek tê dîtin."

Salih Heydo di sala 1957’an de li gundê Hesî Oso yê bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi çand, ax û hunera kurdî ve girêdayî ye û 75 pirtûkên wî hene, 36 ji wan hatine çapkirin.

Konê Reş ew di sala 1953'an de li gundê Dûda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayîk bûye, gelek pirtûkên wî hene yek ji wan çîrokên zarokan e.

(dx)

ANHA