Parêzerên rêber Abdullah Ocalan careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan careke din ji bo hevdîtina li gel muwekîlê xwe serî li dozgeriyê da. Serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv têne hiştin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan careke din serî li dozgeriyê da
18 mijdar, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û parêzerên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan, herî dawî di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbû muwekîlên xwe bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan 25’ê Adara 2021’an bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû ku ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.