Polonya: Derdora 100 penaberên ku hewl dan sînorên Belarûsya derbas bikin hatin girtin

Wezareta Parastinê ya Polonyayê ragihand ku duh bi şev derdora 100 penaber hatine girtin dema hewl didan bi awayekî nerewa ji Belarûsya derbasî Polonyayê bibin.

Polonya: Derdora 100 penaberên ku hewl dan sînorên Belarûsya derbas bikin hatin girtin
18 mijdar, 2021   10:03
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Polonyayê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bi bîr xist ku penaber li derdora gundê Dubicci Sirkevne hewl didan sînoran derbas bikin. Wezaretê got hêzên taybet ên Belarsûya berpirsa vê hewldanê ye.

Her wiha wezaretê dîmenên ku penaberan girtî xuya dikin belav kir.

(şx)