Nûnera NY’yê: DAIŞ li piraniya Efganistanê belav bûye

Nûnera Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa Efganistanê de nirxandinek pêşkêş kir û diyar kir ku DAIŞ li 34 parêzgehên Efganistanê belav bûye.

Nûnera NY’yê: DAIŞ li piraniya Efganistanê belav bûye
18 mijdar, 2021   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reuters, nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Efganistanê Deborah Lyons got bersiva Talîbanê ya berbelavbûna DAIŞ-Xorasanê bi giranî xwe dispêre girtin û kuştina bêdaraz a çeteyên DAIŞ'ê yên gumanbar.

Deborah Lyons got: “Divê civata navneteweyî zêdetir girîngiyê bide vê yekê.”

Deborah Lyons çend saetan piştî ku DAIŞ'ê berpirsyariya 2 teqînan li taxeke Kabulê girt ser xwe ku di encamê de herî kêm kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn, ev daxuyanî da.

Deborah Lyons diyar kir ku Talîban nikare rê li ber berbelavbûna DAIŞ'ê bigire û got: “Berê hebûna DAIŞ'ê tenê li çend bajar û paytextê bû. Lê niha xuya dibe ku ew li tevahî parêzgehan heye û çalak e. Hejmara êrişên DAIŞ`ê îsal ji 60`î derket 334`an.”

(dm)