‘Îran gefan li aramî û ewlehiya herêmê dixwe’

Di daxuyaniya Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û DYA’yê de hat destnîşankirin ku piştgiriya Îranê ya ji bo komên çekdar ên li herêmê, bernameya wê ya moşekên balîstîk û nukleerî û dronan li ser ewlehiya herêmê gefên eşkere ne.

‘Îran gefan li aramî û ewlehiya herêmê dixwe’
18 mijdar, 2021   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku di çarçoveya koma xebatên taybet ên têkildarî kar û barên Îranê de, rayedarên payebilind ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û endamên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê civînek li dar xistiye.

Bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku aliyên civînê li hev kir ku desteka Îranê ya ji bo komên çekdar li seranserê herêmê û bernameya wê ya moşekên balîstîk, nukleerî û dronan li ser ewlehî û îstiqrara herêmê gefên eşkere ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku Îran û wekîlên wê moşekên balîstîk û balafirên bêmirov li dijî sivîl, binesaziya Erebistana Siûdî û navîgasyona navneteweyî ya Deryaya Umanê, bi kar anîne.

Di civînê de her du aliyan li ser hevkariya hevbeş ji bo parastina ewlehiyê li herêmê li hev kir.

(bx)