Rojnameyên erebî: Welatên Ereban li bendê ne Sûriye hin gavan biavêje

Rojnameyên erebî yên îro behsa normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re, rewşa Sûdanê û dosyaya Îxwanan kir.

Rojnameyên erebî: Welatên Ereban li bendê ne Sûriye hin gavan biavêje
17 mijdar, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN BI ŞAMÊ RE Û ENCAMÊN WÊ’

Têkildarî rojeva Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî gavên dawîn ên 'normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban' bi Şamê re, welatên sereke yên Ereban çaverê ne ku Sûriye jî hin gavan biavêje, beriya ku dest bi însiyatîfeke siyasî ya mezintir bike ku li gorî wê Şam bi rêya civîna welatên Ereban a di bihara bê de were lidarxistin, li Yekitiya Ereban vegere.

Di rojên dawîn de rêzehevdîtinên eşkere û veşartî di navbera rayedarên Ereb û biyanî de ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê, pêk hatin û nêrînên têkildarî wê mijarê li ser maseya welatên sereke yên Ereban hatin pêşkêşkirin.

Ew welat dibînin ku wan “gava destpêkê” ber bi Şamê ve avêtiye û ew li benda “gavên Sûriyê” ne. Texmînên ferdî yan komî yên welatên Ereban girêdayî 3 astan in.

Ya yekemîn; dosyayên Sûriyê, wekî helwesta erênî ji bo xebatên siyasî û civînên komîteya destûrê, dosyaya vegera koçber û penaberan û kesên hatine girtin û pêkanîna biryara 2254’an.

Ya duyemîn; texmînên jeopolîtîk ên girêdayî hebûna Îranê li Sûriyê, derbasbûna dewleta Tirk ji bakurê Sûriyê re, îhtimalên vekirina kanalan di navbera Til Evîv û Şamê de. Êdî wekî berê daxwaza derxistina Îranê bi temamî ji Sûriyê nayê kirin, lê belê tê çaverêkirin ku rola Îranê were kêmkirin, yan jî ji nû ve bê pênasekirin an bê bidawîkirin. Her wiha pêşkêşkirina piştgiriya lojîstîk-leşkerî-perwerdeyê ji aliyê Sûriyê ve ji Îranê re di dosyayên din ên têkildarî welatên Ereban de, bi paş de were kişandin.

Heman texmîn girêdayî rola Tirkiyê ne jî ku êdî pêşeroja wê girêdayî lihevkirinên di navbera Moskov, Enqere û Tehranê ye. Hin welatên Ereban amade ne ku piştgiriya siyasî bidin hikumeta Sûriyê da ku li “hembêza erebî” vegere, lê belê di pêşkêşkirina piştgiriya leşkerî de dudil in, ji ber ku gelek welatên Ereban têkildarî têkiliyên dualî û dozên herêmî hin şêwir bi Enqereyê re dane destpêkirin û naxwazin bikevin nava şerekî leşkerî.

Ji bo Îsraîlê jî, hin welatên Ereban dibêjin dê Şam nêzî Til Evîvê bê kirin da ku ji Tehranê dûr bikeve, ew yek jî li ser koordîneya Rûsya-Îsraîlê ya li dijî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê, dimîne.

Washington jî normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re qedexe nake, lê belê ji wan welatan dixwaze ku destpêkê hin “tawîzên hundirîn an jeopolîtîk” ji Sûriyê wergire û cezayên Qanûna Qeyser bînin bîra wê. Lê di heman demê de, Washingtonê hin welatên Ewropayê agahdar kirin ku divê girêdayî van hersê tiştan bin; na ji fînansekirina ji nû ve avakirina Sûriyê, na ji rakirina tecrîdê re û na ji rakirina cezayan beriya pêkanîna pêşketinên di xebatên siyasî de li gorî biryara 2254’an.”

‘WASHINGOTN Û XERTÛM… BI DESTEKÎ DAN Û STANDINAN, BI DESTÊ DIN ZEXTÊ DIKE’

Rojnameya El-Ereb der barê Sûdanê wiha nivîsî: “Rêveberiya Amerîkayê di aloziya Sûdanê de bi awayekî dualî nêz dibe. Di demekê de ku zextên siyasî nîşanên qutkirina alîkariyên aboriyê dide, di heman demê de rayedareke payebilind şand Xertûmê da ku dan û standinan pêk bîne û li hev bikin.

Cîgira wezîrê karen derve yê kar û barên Afrîkayê hevdîtin bi hejmareke fermandarên mezin ên leşkerî, nûnerên hêzên azadî û guhertinê re pêk anîn da ku alozî bêyî windahiyên madî yan manewî yên Washingtonê, were çareserkirin.

Çavdêr dibêjin siyaseta her du navgînan (diyalog û zext) a Washington dimeşîne, li gorî rewşa Sûdanê guncaw e, ji ber ku ger tenê ya yekemîn bi kar bîne dibe baweriya hêzên sivîl yên demokratîk bi rêveberiya Amerîkayê kêm bibe, eger ya duyemîn jî bi kar bîne dibe ku fermandarê artêşê têkiliyan bi Rûsya û Çînê re bi pêş bixe.”

‘ÎXWAN DIKEVE LÎSTEYA REŞ’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê jî wiha nivîsand: “Pêşnûmeya ku ji bo xistina koma Îxwan El-Muslimîn di lîsteya rêxistinên terorîst a Amerîkayê de, ji Senatoya Amerîkayê re hate pêşkêşkirin, nîşaneyeke nû ye ku senatorên amerîkî êdî zêdetir bi xetereya vê rêxistinê li ser berjewendiyên welatê xwe û li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî hesiyane.”

(cx)