Şaredariya Şedadê rêya ketina navçeyê sererast dike

Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê dest bi sererastkirina rêya ketina rojava ya navçeyê dike. 

Şaredariya Şedadê rêya ketina navçeyê sererast dike
14 mijdar, 2021   15:49
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê dest bi sererasatkirina rêya Kaniya ya ketina rojava yê navçeyê kir.

Hevseroka Şaredariya Gel a Şedadê Sena El-Hisên got, rêya Kaniya ji rêyên girîng e ku navçeya Şedadê bi Hesekê ve girê dide, her wiha Hesekê û Dêrazorê ve bi hev ve girê dide.

Şaredariyê di saetên sibehê de, dest bi projeyê kir, rêya ketina navçeya ya li aliyê rojava bi qûm û kevirên hûr sererast dike.

/ar/uploads/files/2021/11/14/143451_img_20211114_152442_316.webp

Sena El-Hisên diyar kir ku dirêjahiya rê 3 kîlometre ye û firehiya wê 8 metre ye û lêçûna sererastkirina 12 hezar dolar e.

Sena El-Hisên destnîşan kir ku proje dê mehekê dewam bike, dê rê bi qalindbûna 30 cm bi qûmê were raxistin.  Her wiha diyar kir ku qîrkirina vê rêyê di plana wan a sala bê 2022'an de ye.

Têkildarî projeyên din, Hevseroka Şaredariya Gel a Şedadê diyar kir ku rêya Selmasa jî dê were çêkirin û da zanîn ku ev rê xizmeta zêdetirî 10 gundên bajarokê Ebdan ê 15 kîlometreyan dikeve rojava Şedadê dike, dirêjahiya vê rêyê 2 hezar û 700 kîlomtre ye û firehiya wê 6 metre ye.

Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê diyar dike ku şaredarî difikire ku rêya Sîha ya bajarokê Ebdanê bi dirêjahiya 2 kîlometreyan rast bike.

ANHA