Li Şehbayê di şevbuhêrkeke hunerî de hevgirtina pêkhateyan

Bi armanca xuyakirina hevgirtina pêkhateyên herêmê, Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê şevbuhêrekek hunerî li dar xist.

Li Şehbayê di şevbuhêrkeke hunerî de hevgirtina pêkhateyan
Li Şehbayê di şevbuhêrkeke hunerî de hevgirtina pêkhateyan
Li Şehbayê di şevbuhêrkeke hunerî de hevgirtina pêkhateyan
Li Şehbayê di şevbuhêrkeke hunerî de hevgirtina pêkhateyan
Li Şehbayê di şevbuhêrkeke hunerî de hevgirtina pêkhateyan
14 mijdar, 2021   16:07
ŞEHBA

Di çarçoveya çalakiyê "Dengvedana Çandê" de, Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê bi beşdarbûna Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê şevbuhreke hunerî li gundê Um El-Hoş di bin konekî de li dar xist. Gelek dengbêjin tememmezin ên Kurd û Ereb, koçberên Efrînê, şêniyên gundên Um El-Hoş û endamên saziyên sivîl ên Şehbayê beşdarî hevbuhêrkê bûn.

Ev şevbuhêrk peyameke ji hêzên dijber ye yên ku dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin, her wiha bi armanca xuyakirina hevgirtina pêkhateyan a di bin sîwana projeya biratiya gelan de ye. Di şevbuhêrkê de stranên folklorî yên pêkhateyên herêmê hatin gotin, her wiha ji aliyê dayikan ve nanê sêlê û qehweya erebî hatin çêkirin.

Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Ismet Hesen axivî û got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hêzên tarî yên ku hewl didin vîna gelên herêmê bişkînin, bûne hêza hevgirtinê."

Her wiha anî ziman ku dijminê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin dîroka gel îmha bikin û hemû rêbazan bi kar tînin da ku armancên xwe pêk bînin û wiha domand: "Dîroka sextet ya ku hêzên tarî nivisandine, em îtîrafê pê nakin, ji ber ku em xwediyên vê xakê ne û neviyên rasteqîn ên dîrokî ne."

Piştre kom Um El-Hoş a stranên folklorî yên erebî û koma Berxwedan a dîlanên folklorî yên kurdî hunerên xwe pêşkêş kirin. Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê Mihemed Weysî û endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Barîn Mihemed helbest xwendin.

Di dawiya şevbuhrêkê de govend li ber stranên erebî û kurdî hatin gerandin.

ANHA