DAIŞ’ê li rojhilatê Humisê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê yên li derdora Tedmur a beyarê rojhilatê Husmisê kir û şer rû da.

DAIŞ’ê li rojhilatê Humisê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir
14 mijdar, 2021   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li derdora Tedmurê ya beyarê rojhilatê Humisê, di encamê şerek navbera her du aliyan de rû da.

Têkilî windahiyan agahî nehatin bidestxistin.

Çeteyan li herêma Telîle ya ku zêdetirî 25 kîlometre dikeve rojhilatê Tedmurê du şivan girtin û bi dehan pez jî dizîn.

SOHR’ê duh ragihandibû ku di kemîna çeteyên DAIŞ’ê li beyarê rojavayê gundewarên Dêrazorê 13 endamên Isûd El-Şerqiye yên Şiêtat ên alîgirê hikumeta Şamê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

(fr)