Di meha Îlonê de şideta li ser jinê li Başûrê Kurdistanê zêdetir bûye

Rêveberiya Giştî a Têkoşîna li dijî şideta li ser jinê ragihand, rêjeya şideta li ser jinê di meha Îlonê de li gorî du mehên beriya wê zêdetir bû. Rêveberiyê diyar kir tenê di meha Îlonê de şeş jin hatine qetilkirin.

Di meha Îlonê de şideta li ser jinê li Başûrê Kurdistanê zêdetir bûye
14 mijdar, 2021   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî a Têkoşîna li dijî şideta li ser jinê bi daxuyaniyek bilançoya meha Îlonê ya 2021’an a şideta li ser jinê eşkere kir.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir di meha Îlonê de şeş bûyerên kuştina jinan hatin tomarkirin. Ji wana du bûyer li Hewlêrê, sê bûyer li Dihok û bûyerek jî li Silêmaniyê rû da.

Her wiha diyar kir di meha Îlonê de heft jinan xwe kuştiye. Li gorî vê li Hewlêrê sê jin, li Dihokê 1 jin, Silêmanî 2 jin û li Soran jî 1 jin dawî li jiyana xwe anîne.

Hat diyarkirin di heman mehê de şeş bûyerên xwe şewitandinê jî hatine tomarkirin. Li Dihok 3, Germiyan 1 û Soran jî 2 bûyer hatine tomarkirin.

Derbarê tomarkirina giliyan de jî rêveberiyê eşkere kir, di meha Îlonê de 1 hezar 447 gilî hatine tomarkirin. Li gorî vê; Hewlêr 632, Dihok 308, Silêmanî 322, Germiyan 122, Soran 28 û Raperîn jî 62 gilî hatine tomarkirin.

Her wiha hat gotin di meha Îlonê de li beramberî 22 jinan şideta zayendî pêkhatiye. Li gorî vê, Hewlêr 7, Dihok 9, Silêmanî 4 û Soran jî 2.

Li gorî vê bilançoyê diyar dibe, rêjeya şideta li ser jinê di meha Îlonê de li gorî meha Tîrmeh û Tebaxê zêdetir bûye. Ji berku di meha Tîrmeh û Tebaxê de çar jin hatibûn kuştin, 8 jinan xwe kuştibûn, 7 jinan xwe şewitandibûn. Her wiha di her du mehan de 23 bûyerên şideta li ser jinê hatibûn tomarkirin.