​​​​​​​Li Tûnisê Îxwan Musilmîn hewl dan êrişî parlementoyê bikin

Hêzên ewlekariyê yên Tûnisê îro bersiva hewldanên xwepêşandêrên girêdayî Îxwan Muslimîn ku êrişî parlementoyê bikin, da.

​​​​​​​Li Tûnisê Îxwan Musilmîn hewl dan êrişî parlementoyê bikin
14 mijdar, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend saetan, hêzên ewlekariyê yên Tûnisê deriyên derbasbûnê yên ber bi navenda parlementoyê ve girtin.

Hêzên ewlekariyê yên Tûnisê beriya xwepêşandana li bajarê Bardo ku avahiya paraemnetoyê lê ye, amadekariyên xwe kir. Xwepêşandan li dijî biryarên Serok Qeyîs Seîd ku di 25`ê Tîrmeha borî de hatin girtin, hate lidarxistin.

Endamên Îxwanan banga beşdarbûneke zêde ji xwepêşandanê re kir lê polîsan hemû dergehên ber bi qada Bardo ya li beramberî parlementoyê, girt.

Hêzên ewlekariyê ji saetên sibehê ve li derdora parlamentoyê kom bûn û bend danîne da ku xwepêşandar nêzî cihê parlamentoyê bibin.

(bx)