​​​​​​​Şehîd Xelîl Mihemed Elî li Dirbêsiyê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl Mihemed Elî ku di 13`ê Mijdarê de dema erka xwe pêk dianî şehîd bûbû, li goristana şehîdan a li Dirbêsiyê spartin axê.

​​​​​​​Şehîd Xelîl Mihemed Elî li Dirbêsiyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Xelîl Mihemed Elî li Dirbêsiyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Xelîl Mihemed Elî li Dirbêsiyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Xelîl Mihemed Elî li Dirbêsiyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Xelîl Mihemed Elî li Dirbêsiyê hat oxirkirin
14 mijdar, 2021   13:29
 HESEKÊ

Girseya gel ji pêşiya Navenda Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve, bi rê ketin.

Li goristanê merasimê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Salim Salim axivî. Salim sersaxî da malbata şehîd Xelîl Mihemed Elî û piştrast kir ku şehîd bi fedekariyên xwe civakê ber bi azadiyê ve dibin.

/ar/uploads/files/2021/11/14/130150_alderbasea-14-11-2021-28529.webp

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Navçeya Zirganê Alan Dawûd jî di axaftina xwe de behsa fedekarên ku malbata şehîd Xelîl Elî di oxira parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava de dane, kir û wiha got: “Îro xwîna bav, law, bira û kurê bira di oxira pêkanîna azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dibe yek.”

/ar/uploads/files/2021/11/14/130043_alderbasea-14-11-2021-28629.webp

Dawûd soz da şehîd Xelîl Elî, hevrêyên wî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew ê rêwîtiya şehîdan ji bo pêkanîna armancên wan, dewam bikin.

Bi navê malbata şehîd jî birayê şehîd Ehmed Mihemed Elî piştrast kir ku ew ê di oxira parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hîna jî fedekariyan bidin.

Di dawiya merasimê de endama Melicsa Malbatên Şehîdan Fatima Keleş wesîqeya şehîd xwend û radsetê malbatê kir.

(cx)

ANHA