Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên rojhilatê Idlibê kirin hedef. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî komên çete li eniyên şer ên li çiyayê Zawiyê li gundewarê başûrê Idlibê hedef girtin.

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e
14 mijdar, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarokê Kefer Batîx li gundewarê rojhilatê Idlibê kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê di çarçoveya şerê rojane yê di navbera her du aliyan de li "herêmên bêçek" ên li çiyayê Zawiyê li gundewarê başûrê Idlibê kirin hedef.

SOHR'ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyan li Kefer Emê, Firqeya 46`an û Urm El-Sûxra bi hev ketin.  Her wiha hêzên hikumeta Şamê derdora bajarokê Teftinaz li rojhilatê bajarê Idlibê, topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê yên li gir û navendên leşkerî bi cih bûne, top avêtin çiyayê Tirkman ên li gundewarê Lazîqiyê. Di encamê de şewat derket.

 (dx)