ꞌÇareseriyên heyî demkî ne û rewşa bendava Firatê kembax eꞌ

Rêveberiya saziya avê ya Tebqayê diyar kir ku hemû çareseriyên têkildarî aloziya avê ya gerînendetiyê ragihandine demkî ne, lê çareseriya domdar ew e ku rêjeya ava Firatê wekî berê vegere.

ꞌÇareseriyên heyî demkî ne û rewşa bendava Firatê kembax eꞌ
14 mijdar, 2021   10:09
TEBQA

Piştî ku dewleta Tirk destpêka salê ava Firatê kêm kir û çemê 5 milyar metrekab ji bingeha 14 milyar metrekab winda kir, bi wê re stasyonên avdanê û pombe ji xizmetê derketin. Saziya avê ya Tebqayê bi armanca çareserkirina aloziya ava vexwarinê ji Tebqayê re, pombeyên stûnî bi yên din guhartin.

Li herêma Tebqayê li ser çemê Firatê û kenarên golê 6 stasyonên ava vexwarinê hene. Stasyonên bendava Firatê, Ayid, Caber, Şemsedîn, Tawî û El-Bû Asî ne. Ev stasyon li aliyên bakur û rojavayê Tebqayê ne û avê ji sed hezaran şênî re peyda dike.

Piştî av gihaşt bajêr, pirsgirêka herî zehmet ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji gundê El-Bû Asî yê li rojavayê Tebqayê bû. Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx diyar kir ku werşeya pîşeyî kedeke mezin kir û wiha got: "Ji ber ku gund li gorî golê bilindtir e bandorê li kişandina ava vexwarinê dike. Li aliyekî din jî pirsgirêka gihandina avê ji malên li beşa başûrê taxa Ayid a ji aliyê rojava ve bi ser Tebqayê ve heye. Ji ber tenê av digihaşt beşa bakurê taxê ya nêzî pombeyê."

Li gorî çavdêrên saziya avê ku beriya niha ragihandibûn, li gundewarên bakurê rojavayê Tebqayê ku nêzî kenara Firatê ne û stasyonên pombeyan li wir hene, saziya avê gelek pombeyên stûnî veguherîn horîzonî. Bi vê yekê jî ava vexwarinê ji zêdetirî 117 gundan re hat dabînkirin.

Derbarê herêmên din ên ku ava vexwarinê nagihêje wan de, Hemûd El-Şêx da zanîn ku sehrîcên avê yên girêdayî saziya avê, avê didin herêmên ku av nagihêje wan.

Têkildarî çareserî û pêşniyarên ku yekîneyê bi rêya endazyar û çavdêrên pîşeyî destnîşan kirine, Hemûd El-Şêx wiha axivî: "Dibe ku em gelek xezaneyên çemento ava bikin, da ku avê bidin cihên bilind û avahiyan."

Dema herêm beriya çend salan di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de bû, 22 xezaneyên li herêmê hilweşandinbûn.

Hemûd El-Şêx di dawiyê de bi bîr xist ku hinekî pirsgirêka ku ava negihîne welatiyan ji wan de ye, ji ber av bê ser û ber di avdana dar û çandiniyên malê de dirijînin, bi wê re hin mal ji av bêpar dimînin.

Bi mijarê ve girêdayî yek ji pîşeyên odeya xebata bendava Firatê Rênas Bekor diyar kir ku rewşa bendava Firatê ber bi xerabiyê ve diçe, ji ber ku dewleta Tirk ji destpêka îsal ve rêjeya avê ya para Sûriyê kêm kiriye.

Bekor destnîşan kir ku piştî 2 tablo ji eslê 4 tabloyên kehrebê dixebitin kapesîteya bendava Firatê ji 880 MWh bûye 100 MWh.

Têkildarî projeyên çandiniyê Rênas Bekor got, piştî piraniya kanalên avdanê ji xizmetê derketin, nexasim stasyona avdanê ya Belîx bandoreke mezin li qada çandiniyê hate kirin.

(eh)

ANHA