‘PDK`ê, ji tirsa eşkerebûna hevkariya bi dijmin re cenazeyên şehîdan radest nake ‘

Endamên rêveber ên Kongreya Star got: "PDK`ê cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê radestî malbatên wan nake, ji ber ku ditirse tevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî HPG’ê eşkere bibe û komkujiyên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla re veşêre. "

  ‘PDK`ê, ji tirsa eşkerebûna hevkariya bi dijmin re cenazeyên şehîdan radest nake ‘
14 mijdar, 2021   10:47
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Çalakiya konvedanê li deriyê Sîmalkayê ket roja xwe ya 41'an de. Guh nade bangên dayikên şehîdan û çalakvanan û gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûne radestî malbatên wan nake."

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, çekdarên PDK`ê di 28 – 29`ê Tebaxa borî de kemînek ji 7 gerîlayên HPG`ê re li navçeya Xelîfanê danîbûn. Di encama wê de 5 gerîla şehîd bûn, gerîlayekî birîndar dîl hate girtin û yek jî rizgar bû û xwe gihand cihê xwe.

Têkildarî mijarê ajansa me nêrînên endamên Kongreya Star ku ji 5`ê Cotmeha borî ve tev li konê çalakiyê bûne, girtin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/11/14/093731_afyn-bashw.jpg

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo wiha got: "Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hate dagirkirin û parçekirin. Ji wê demê ve gelê Kurd li dijî wan têdikoşe. Bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina xaka xwe da. Lê mixabin ji wê demê ve xeta îxanetê ji aliyê hin xwefiroşan ve ku xizmeta dijmin dikin, berdewam dike."

Evîn Başo îxaneta PDK`ê û radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kir û wiha anî ziman: "Ji ber wê jî dayikên aştiyê û malbatên şehîdan di bin konê çalakiyê de ne, her wiha şênî û saziyên civakê yên herêma Cizîrê jî beşdar dibin û banga radestkirina cenazeyên şehîdan dikin."

Evîn Başo wiha pê de çû: "Beşdarbûna Kongreya Star di bin konê berxwedanê de peyama îsrarbûna li ser xurtkirina têkoşîn û berdewama çalakiyan e. Em siyaseta PDK`ê û desthilata PDK`ê di demekE ku gelê Kurd li Rojava rastî êrişên leşkerî û siyasî yên dijmin û xwefiroşên Kurd tê de, şermezar dikin."

Evîn Başo destnîşan kir ku redkirina PDK`ê ji radestkirina cenazeyên şehîdan re ji ber gelek sedeman e û ev tişt got: "Da ku PDK’ê tevkariya xwe bi dewleta Tirk a faşîst re di hedefgirtina gerîla û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî çiyayên Kurdistanê de veşêre, red dike ku cenazeyên radest bike."

Berdevka Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a kantona Qamişlo Rohilat Muslim jî destnîşan kir ku piştî çalakiya konvedanê derbasî meha xwe ya duyemîn bû, hîna jî çalakiya ji bo radestkirina cenazeyên şehîdên didome û got redkirina PDK`ê ji radestkirina cenazeyên şehîdan re dûrî nirxên mirovahî ne.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/11/14/093744_rwhlat-mslm.jpg

Rohilat Muslim têkildarî bêdengiya Başûr û PDK`ê, her wiha paşguhkirina xwestekên çalakvanan ev tişt anî ziman: "Ji ber ku PDK’ê ditirse rastiya xiyanet û tevkariya wê bi dewleta Tirk a faşîst re li pêş raya giştî û gelê Kurd eşkere bibe, red dike cenazeyên şehîdan radest bike."

Rohilat Muslim piştrast kir ku armanc ji çalakiya konvedanê ew e ku PDK’ê cenazeyên şehîdan radest bike û dê ev kon heta radestkirina cenazeyên şehîdan û sekna li hember îxaneta PDK’ê berdewam bike."

Rohilat Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes dizane ku dayikên şehîdan bi azarên hev diêşin. Em bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê, nexasim dayikên şehîdan û dayikên aştiyê dikin ku li hember siyaseta PDK`ê bisekinin û zextê lê bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike."

(bx)

ANHA