Çalakiya li Sêmalkayê 40 roj li pey xwe hişt

Malbatên şehîdên di konê çalakiyê yê li Sêmalkayê gotin PDK'ê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake, tevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re îsbat dike û hewl dide bikaranîna çekên kîmyewî li pêşiya raya giştî veşêre.

Çalakiya li Sêmalkayê 40 roj li pey xwe hişt
13 mijdar, 2021   15:08
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULAH

Çalakiyên konvendanê ya ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve li qada deriyê Sêmalka hatiye lidarxistin di roja 40'î de berdewam dike. Çalakî  bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bibûn hatiye lidarxistin.

PDK'ê cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku di 28-29'ê Tebaxê de di kemîna hêzên wê de li Xelîfanê şehîd bibûn radestî malbatên wan nake.

Derbarê redkirina radestkirina cenazeyên şehîdan de, bavê şehîd Diyar ku sala 2017'an di pêngava rizgarkirina Reqayê de  şehîd bibû, Ebdulkerîm Ebdurehman bang li PDK'ê kir ku li daxwazên çalakgeran guhdar bike û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Ebdurehman sedema bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mirovî yên li hemerî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve wiha pirsî: "Çima cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nayên kirin, PDK'ê hewl dide bandora çekên kîmyewî yên ku li dijî gerîla bikar anîne veşîre?"

Ebdurehman bi domdarî got, gerîla ji bo parastina hêviyên gelê Kurd ên ji bo azadî û rûmetê têdikoşin û tiştê herî giranbuha feda kirine û anî ziman ku mafê tu aliyekî nîne ku li pêşberî van daxwazan bisekine.

Ebdukerîm Ebdulrehman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew xwepêşandanan berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdên werbigirin.

(dx)

ANHA