Sersaxiya ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê berdewam dike

Serdanên ji bo konê sersaxiyê yê şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo berdewam dike. Di bin kon de eşîrên Ereb û Kurd gotin, ew ê şopdarên rêya şehîdan bin, heta ku dijminên weke dewleta Tirk hebin dê şehîdan bidin.

Sersaxiya ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê berdewam dike
13 mijdar, 2021   14:48
QAMIŞLO

Şêx, rûspiyên eşîreyên Ereb û Kurd serdana konê sersaxiyê yê şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo kirin.

Di bin konê sersaxiyê de Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Kenan Berekat wiha axivî: "Dewleta Tirk bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê dixwaze wêne û dîroka şehîd Yûsif Gulo reş bike. Ev şehîd nûnertiya hemû gel û pêkhateyên herêmê dike ku bûne hedefa dewleta Tirk a dagirker."

Berekat diyar kir ku dîroka dewleta Tirk tijî komkujî ye û ev tişt anî ziman: "400 salî herêm dagir kirin. Binpêkirin li dijî van gelan pêk anî. Komkujiya ku dewleta Tirk pêk anî ne tiştekî nû ye."

Paşê berdevka PYD`ê Sema Begdaş jî wiha axivî: "Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrişî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Hemû derfetên xwe ji bo tunekirina gelên herêmê bi kar tîne. Li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar tîne, tevî ku ev çek qedexekirî ne lê civata navneteweyî bêdeng e."

Ji rûspiyê eşîrên Kurd li herêma Cizîrê Ebdulqadir Wetê got: "Şehîd Yûsif Gulo mirovekî aştîxwaz û civaknasekî bi rûmet e, ew fîzîkî ji me dûr ket lê fikir û xebata wî wê di nav me de bimînin. Ew dizanin ku kî wiha dike, bila dijmin zanibe ku eger bi dehan mêr, jin û zarokan bikujin nikarin yekitiya Kurd, Ereb, Suryan û êzidyan têk bibin. Em ê bi hev re bin û dev ji doza xwe bernedin, wesiyeta apê Yûsif Gulo ev bû."

Şêxê eşîra El-Welde ya Ereb, Hamid El-Ferec ê ku ji bajarê Tebqayê ji bo sersaxiyê hatiye diyar kir ku îro şehîd pir in û apê Yûsif ne şehîdê yekemîn e û ne yê dawîn e. Hamid piştrast kir ku ew li pey şehîdan bin û heta ku dijmin hebe wê şehîdan bibin.

El-Ferec bi domdarî got: "Heta ku em yek in, tevahî projeyên Erdogan binketî ne. Bi navê eşîrên herêma Firat em hatine da ku ji wan re bêjin ji bo avakirina neteweya demokratîk û biratiya gelan, em yek in."

Berdevkê eşîra El-Xewatinê Welîd El-Xefo got:" Erdogan dar û kevir ê ku xweda pê sond xweriye rûxand, kesên bêguneh kuştin. Em jî jê rê dibêjin em tevahî pêkhate hatin ser vê axê û tu kes nikare me ji hev veqetîne."

Serdanên ji bo konê sersaxiyê berdewam dike.

 (bx-dm)

ANHA