Komkujiya sînemaya Amûdê di salvegera 61`emîn de hat bibîranîn

Di salvegera xwe ya 61`emîn de komkujiya sînemaya Amûdê bi merasîmekê bi amadebûna bi dehan şênî û saziyên herêmê li bexçeyê Şehîdan ê navçeya Amûdê hat bibîranîn.

Komkujiya sînemaya Amûdê di salvegera 61`emîn de hat bibîranîn
13 mijdar, 2021   11:33
QAMIŞLO

Di 13`ê Mijdara 1960`î de şewatek bi zanebûn di Sînemaya Amûdê de çêbû. Wê demê di sînemayê de derdora 300 zarok hebû ku piraniya wan Kurd bûn. Di encamê wê şewatê de zêdetirî 283 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Duh Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo bîranîna salvegera 61`emîn a komkujiya sînemaya Amûdê mûm li bexçeyê Şehîdan a li navçeya Amûdê vêxistin.

Îro ji bo bîranînê, her sê yekitiyan û Komîteya Zarokan a Şilêr merasîmek li bexçeyê Şehîdan ê navçeya Amûdê li dar xist. Di merasîmê de şêniyên Amûdê, Meclisa Navçeya Amûdê, rewşenbîr, nivîskar û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê amade bûn.

Di nava bexçeyê de tabloyên hunermend Mihemedê Edûlê hatin pêşandan. Paşê li ber sirûda Ey Reqîb bi mûzîka Koma Serdem deqeyeke rêzgirtin hat girtin. Piştre Komîteya Zarokan a Şilêr daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama komîteyê Sîlva Şêxmûs ve hat xwendin.

Sîlva Şêxmûs diyar kir ku ji bo avakirina pêşerojeke azad divê ew li hemberî bûyerên qirker mîna bûyera komkujiya Sînemaya Amûdê, xwedî li zarokên xwe derkevin.

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ilyas Sîdo axivî û diyar kir ku êşa komkujiya sînemaya Amûdê hîn ji aliyê gel ve tê kişand.

Paşê şêniyek ji navçeya Amûdê bi navê Emîn Ebdulselam (73) ku wê demê di bûyera şewatê de hazir bû û ji wê bûyerê xelas bû axivî û daxuyand ku ew bûyer bi zanebûn bû û bi armanca qirkirina nifşa nû ya zarokên Kurdan bû.

Di merasîmê de endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Arşek Baravî jî axivî û da zanîn ku neyarên Kurdan xwestin bi pêkanîna bûyera şewata sînemayê de vîna wan bişkînin û wan tune bikin, lê niha û bi bîranîna vê şewatê her sal ew tunebûnê têk dibin û wiha got: “Zarokên me bûn qurbaniyên planên nijadperestan.”

Di dawiyê de Şano ji aliyê Koma Şanoyê ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê hat pêşkêşkirin. Merasîm bi gotina helbestan ji aliyê helbestvan Ferhad Merdê û stranên hunermend Elî Mensûr bi dawî bû.

(sb)

ANHA