HPG’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk daxuyanî da

Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker di 8 û 9’ê Mijdarê de herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye, lê di bomberanê de tu zirerek ne gihîştiye hêzên wan.

HPG’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk daxuyanî da
13 mijdar, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku di 8 û 9’ê Mijdarê de qada Gundê Şêlazê ya herêma Metînayê ji aliyê balefirên şer 13 caran hatiye bomberankirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin çapemeniya şerê taybet a Tirk îdîaya 4 gerîla şehîd bûye weşandiye û ev îddîa ne rast e. HPG’ê diyar kir ku di bombebaranê de tiştek bi gerîlayan nehatiye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk di 11’ê Mijdarê de bi obus û hawanan li gundê Dêşîşê û qada Koordînyê daye û di 9 û 12’ê Mijdarê de jî helîkopter li ser Avaşînê geriyane.