Qurbaniyên şewata Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn

Li navçeya Amûdê bi boneya salvegera 61`emîn a şewata Sînemaya Amûdê, merasîmê bîranînê hate lidarxistin.

Qurbaniyên şewata Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn
12 mijdar, 2021   16:23
QAMIŞLO

Di 13`ê Mijdara  salvegera 61'an a şewata Sînemeya Amûdê ye ku di encamê wê şewatê de zêdetirî 280 zarok jiyana xwe ji dest da.

Bi vê wesîleyê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîm li Bexçeyê Şehîdan ê li navçeya Amûdê bi amadebûna endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hate lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Xalis Misewer axivî û da xuyakirin ku ew ê ti carî agirê xwe venemirînin û gelê Kurd ti carî dev ji doza xwe bernade.

Merasîm bi dayîna mûman li derdora peykerê şewata sînemaya Amûdê bi dawî bû.

(sb)

ANHA