Malbatên şehîdan: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên komkujiya Hilêliyê ne

Malbatên şehîdan komkujiya dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Gulo ya welatparêz şermezar kir û gotin, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî bi bêdengiya xwe berpirsên sûcên dewleta Tirk in.

Malbatên şehîdan: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên komkujiya Hilêliyê ne
12 mijdar, 2021   05:10

Dewleta Tirk a dagirker roja sêşemê li taxa Hilêliyê yê bajarê Qamişlo erebeyek bomebebran kir, di encamê de ji malbata Gulo ya welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed şehîd bûn.

Hemwextî vê komkujiyê dewleta Tirk her tim gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û bi balafirên bêmirov welatiyan dike hedef, li ser vê di kêmekî mehekê de li Qamişlo û Kobanê 8 welatî şehîd bûne.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û vê yekê wekî siyaseta qirkirina sîstematîk bi nav dikin.

'DEWLETA TIRK SIVÎLAN HEDEF DIGIRE Û ÇEKÊN KÎMWEYÎ BI KAR TÎNE'

Bavê şehîd Gulbihar Efrîn, Arif Mihemed siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Rojava dide meşandin, şermezar kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Amanc ji êrişên dagirkeriya Tirk ên bi balafirên bêmirov û hedefgirtina kesayetên navdar, şikandina vîna gelê Rojava ye."

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşberî cîhanê hemû qanûn û pîvanên mirovî bin pê dike û bi domdarî got: "Li çiyayê Kurdistanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne bêyî ku hesab ji were xwestin, her wiha li Til Temir, Şehba û Kobanê yên Rojava jî bê ser û ber bi tank û topban malên sivîlên li hedef digire. Di heman demê de bi balafirên bêmirov li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne. "

Mihemed got dewleta Tirk, piştî ku di pêkanîna planên xwe yên mêtîngeriyê de tu gav pêşde navêt, roja sêşema derbasbûyî erebeya kesayeteke welatparêz Yusif Gulo bombebaran kir, di encamê de ew û du neviyên xwe Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Arif Mihemed bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk rexne kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erka xwe bi cih bînin û hesab ji Tirkiyê bixwazin.

'PIŞTÎ KU LI ENIYÊN ŞER TU GAV PÊŞDE NAVÊT, KESAYETÊN WELATPARÊZ HEDEF DIGIRE'

Bavê şehîd Avaşîn Efrîn, Fewzî Remedan komkujiya Hilêliyê Qamişlo şermezar kir û da anîn ku dewleta Tirk bi pêkanîna komkujiyan armanc dike ku berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  lawaz bike ku li dijî planên wê yê dagirkerane disekinin.

Fewzî Remedan îşaret pê kir ku dema dewleta Tirk a dagirker li eniyan tu gavan pêş de navêje yekser kesayetên welatparêz dike hedef, ji wan malbata Gulo ye.

Bavê şehîd Avaşîn Efrîn Fewzî Remedan  di dawiyê de got, Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî berpirsên komkujiyên li dijî gelê Kurd ên li çiyayê Kurdistanê û Rojava ne.

'BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ ERÊKIRINA SÛCÊN TIRKIYÊ YE'

Dayika şehîd Xabûr Cîlo, Nibiye Silêman bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiya Hilêliyê şermezar kir û got: "Ev bêdengî tê wateya erêkirina berdewamkirina sûcên li dijî gelê berxwedêr ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

)eh)

ANHA