Dayikên şehîdan: Heke 3 kes ji malbatekê şehîd bûbin, dê bi sedan ji bo azadiyê tê bikoşin

Dayikên şehîdan di merasîma şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî de diyar kir ku dewleta Tirk nikare israra Kurdan têk bibe û heke 3 kes ji malbateke têkoşer şehîd bûn, dê bi sedan tê bikoşin û banga azadiyê bikin.

Dayikên şehîdan: Heke 3 kes ji malbatekê şehîd bûbin, dê bi sedan ji bo azadiyê tê bikoşin
Dayikên şehîdan: Heke 3 kes ji malbatekê şehîd bûbin, dê bi sedan ji bo azadiyê tê bikoşin
Dayikên şehîdan: Heke 3 kes ji malbatekê şehîd bûbin, dê bi sedan ji bo azadiyê tê bikoşin
12 mijdar, 2021   09:46
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN-SOLÎN EHMÊ

Li hemberî komkujiya Hilêliyê ku dewleta Tirk di 9`ê Mijdarê de li Qamişloyê pêk aniye û di encamê de kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn, bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna xwe di meşên girseyî de nîşan da.

Duh bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li merasîma veşartina kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo bûn. Şêniyên bajarê Qamişlo dema veşartina şehîdan de dikanên xwe girtin.

Piştî merasîma veşartina her sê şehîdan, ajansa me hevdîtin bi dayikên ku tev li merasîmê bûbûn re çêkir. Ji wan dayika Helwe Silêman axivî û bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî şermezar kir û wiha dewam kir: "Gelo li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li pêşiya malên sivîlan bi balafirên bêmirov sivîlan hedef digire, kanî rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan?"

/ar/uploads/files/2021/11/12/081752_hlwh-28large29.webp

Dayika Helwe Silêman ev li gotina xwe zêde kir: "Balafirên dewleta Tirk a dagirker 24 saetan li asmanê herêmên me digerin û Kobanê, Til Temir, Eyn Îsa û Qamişlo bombebaran dikin. Ruxmî ku baregehên Koalîsyonê û Rûsya li herêmên me hene, lê dîsa jî rê didin Tirkiyê ku derbasî herêmên me bibin û sivîlan hedef bigirin, ji lew re hemû bûyerên bi serê gelê Kurd tê destên dewletên Yekitiya Ewropayê tê de heye."

Helwe Silêman bi domdarî got: "Tirkiye gefa dagirkirina herêmên me li me dixwe, rast e balafirên me tune ne, lê em xwedî vîn in û çi dibe bila bibe; tu hêz nikare vê vine bişikîne. Ji ber ku çeka me îrade, hêz û israra me ya li ser serkeftinê ye. Jin, şêx, ciwan û zarok dê bi hemû hêza xwe li dijî dijminê êrişî herêmên me bike, bisekinin."

Dayika Helwe Silêman di dawiyê de bi bîr xist ku ew ê xiyanet veşartî nemîne û kesên destên wan di şehîdxistina Yûsif Gulo û her du neviyên wî de hebûn, dê ev xiyanet were eşkerekirin û dê kesên xayîn ji nav wan derkevin.

Dayika bi navê Caziye Horan a ji pêkhateya êzidî jî got: "Em sersaxiyê ji malbata welatparêz Gulo re dixwazin ku heta niha derdora 20 şehîdan kirine gorî û hîn jî berdêlan didin."

/ar/uploads/files/2021/11/12/081740_altqat.webp

Caziye Horan êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiya li dijî malbatên welatparêz û gelê xwe şermezar kir û wiha pê de çû: "Tirkiye nikare li hemberî israra gelê me û hêzên gerîla û têkoşîna wan li ber xwe bide, isbata vê yekê jî li Herêmên Parastinê yê Medyayê bi bin ket, ji lew re bi balafirên bêmirov êrişî malbatên welatparêz ên li Rojava dike, lê nizane ku ev yek israra me ya li ser berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê zêdetir dike û ger yek ji me şehîd bibe dê bi hezaran şopdar hebin."

Caziye Horan bal kişand ser hedefgirtina malbatên welatparêz û wiha dewam kir: "Ev bi armanca têkbirina bingeha şoreşê ye, lê nizane ku koka me hişk e, malbata Gulo jî kaniya şoreşê ye ku li her çar parçeyên Kurdistanê şehîd dane."

Dayika Caziye Horan bang li gelê Kurd kir ku tev li şoreşê bibe, yekitiya xwe ava bike û dûrî berjewendiyên xwe yê kesayetî bikeve. Di heman demê de divê gelê Kurd serî hilde û bi yek dengî bibêje, ji xiyanet û xayinan re êdî bes e.

Dayika Dilşa Çawîş/ Şawîş a ji bajarê Qamişlo jî axivî û got: "Malbatên şehîdan dê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û da ji Erdoganê faşîst re isbat bikin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê destek in, ev jî duh di merasîma veşartina her sê şehîdan de diyar bû ku bi hezaran ji gelê me tev li merasîmê bûbû."

/ar/uploads/files/2021/11/12/081809_dlsha-28large29.webp

Dayika Dilşa Çawîş da zanîn ku gelê Kurd ji mirinê natirse, ji beriya sedan sal ve ji aliyê dewleta Tirk ve tê qirkirin, lê dîsa jî li dijî faşîzma erdoganî û hevalbedên wî berxwedan û têkoşîna xwe dewam dikin. Li aliyekî din jî her tim gelê Kurd bi tena xwe ye, tu kes bi wan re nabe alîkar heta bi rêxistinên qaşo banga mirovahiyê dikin. Isbata vê yekê jî bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî gelê wan e.

‘EM Ê ŞOPDARÊN RÊYA BERXWEDANÊ BIN’

/ar/uploads/files/2021/11/12/081859_tala-fars.webp

Endama rêveber a Kongreya Star Tala Faris diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe armanc dike fitneyê derxe û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û wiha domand: “Dewleta Tirk hewl dide vîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne, ji ber wê malbatên welatparêz ên herêmê dike hedef ku stûnên şoreşê ne.”

Tala ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê me bêdeng namînin û dê li qadan bin.”

Tala destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin, hevgirtina di navbera pêkhateyan de xurt bikin û got: “Dewleta Tirk ne tenê pêkhateya Kurd dike hedef lê belê armanc dike hemû pêkhateyên herêmê qir bike. Lê em dev ji rêya şehîdan bernadin û em ê şopdarên rêya berxwedanê bin.”

‘HER ŞEHÎDEK ME NÊZÎ AZADIYÊ DIKE’

/ar/uploads/files/2021/11/12/082026_mnyjh-hydr.webp

Menîha Heyder daxuyand ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên kirêt nikare gelê herêmê ji şoreşê dûr bixe û wiha pê de çû: “Em komkujiya ku dewleta Tirk li dijî malbata Gulo pêk aniye ji bîr nakin. Em piştrast dikin ku dewleta Tirk nikare Kurdan qir bike. Em vîn û hêz ji şehîdan digirin ku têkoşînê berdewam bikin. Her şehîdek me nêzî azadiyê dike. Heta dawiyê wê têkoşîna me berdewam bike.”

Menîha wiha berdewam kir: “Bi hezaran şehîdên me hene. Ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê em amade ne şehîdên din bidin. Çawa em bi ser ketin û vê carê jî em ê bi ser bikevin. Li Kurdistanê hemû malbatên Kurd şopdarên berxwedana malbata Gulo ne û dê li hemberî êrişên dewleta Tirk bibin mertal.”

/ar/uploads/files/2021/11/12/081923_lyla-zghym.webp

Leyla Zaîm a ji pêkhateya Ereb piştrast kir ku komkujiya li dijî malbata Gulo, li dijî hemû pêkhateyên herêmê û got: “Em bê deng namînin û heta dawiyê em ê têkoşînê bidomînin.”

ANHA