`Bi karanîna çekên kîmyewî nîşaneya têkçûna dagirkeriya Tirk e`

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Helebê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta ve bi komkujiya Helebçe bi nav kir û bang li civata navneteweyî kir ku li hember Tirkiyê xwedî helwest be.

`Bi karanîna çekên kîmyewî nîşaneya têkçûna dagirkeriya Tirk e`
12 mijdar, 2021   08:53
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve artêşa Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û bi çekên kîmyewî gerîlayan hedef digire.

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo ji ajansa me re axivî û got: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê heta îro dewam dikin, bi çekên giran û qedexekirî gerîlayên li herêmê dike hedef da Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe û herêmê dagir bike."

Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de Valentîne Ebdo destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne, ji ber ku planên wê têk çûn û li hemberî berxwedana gerîlayan derbeyên giran xwarin.

'CIVATA NAVNETEWEYÎ LI SER QETILKIRINA KURDAN BI TIRKIYÊ RE LI HEV KIRIYE'

Valentîna Ebdo bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Heta niha li hemberî van êrişan tu helwesteke cidî ji aliyê civata navneteweyî ve derneketiye pêş, ev jî tê wateya ku li ser qetilkirina Kurdan bi dewleta Tirk re li hev kiriye."

Li ser vê yekê bang li civata navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê rawestîne û hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

'ARMANCA ÊRIŞÊN SEDAM HISÊN Û TIRKIYE YEK E'

16`ê Adara 1988`an balafirên artêşa Iraqê bi fermana Sedam Hisên bi çekên kîmyewî komkujî li dijî gelê Kurd ê li bajarê Helebçeyê pêk anî.

Valentîna Ebdo bi domdarî got: "Dewleta Tirk îro li dijî Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne da komkujiya Helebçe ya 1988`an dubare bike û Kurdan qir bike. Lê em ji her kesî re dibêjin tu kes nikare hebûna Kurdan têk bibe, ji ber ku ji ber maf û xaka xwe ve li ber xwe didin."

'GELÊ KURD DÊ PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKE'

Valentîne Ebdo di dawiyê de got, gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan dide û gelê Kurd jî dê heta têkbirina dagirkeran piştevaniya  gerîlayên ku rûmeta Kurdistanê diparêzin bikin.

(eh)

ANHA