​​​​​​​Jinên ji Efganistanê bang kir: Li têkoşîna me xwedî derkevin

Rêvebera rêxistina jinan a Efganistanê RAWA’yê got li Efganistanê Talîban ketiye şûna DAIŞ`ê û ji bo têkoşîna wan banga piştevaniyê kir.

​​​​​​​Jinên ji Efganistanê bang kir: Li têkoşîna me xwedî derkevin
12 mijdar, 2021   01:52
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Talîbanê 15'ê Tebaxê piştî ku DYA’yê hêzên xwe ji Efganistanê vekişandin, ket paytext Kabulê û dest danî ser desthilatê. Dûre komkujiyên jinan, kuştin, destavêtin, firotina zarokan û birçîbûn li welêt zêdetir bû. Herî dawî li bajarê Mezarî Şerîf ê Efganistanê, 4 aktîvîstên jin ku Furûzan Safî jî di nav de bû, di çalekê de kuştî hatibûn dîtin.

Herî zêde jî zarok para xwe ji şert û mercên nebaş ên welêt distînin. Hin malbat ji ber birçîbûnê neçar dimînin zarokên xwe bifiroşin. Ji sala 2001'an ve Efganistan ji bo rojnamevanan bûye welatekî herî xeternak û bi vegera Talîbanê re ev rewş derbasî merheleyeke bilindtir bû. Îşkence li rojnamevanan tê kirin û alavên wan tên desteserkirin û dixin girtîgehan.  

Rêvebera Komeleya Şoreşger a Jinên Efganistanê (Revolutionary Association of the Women of Afghanistan - RAWA) ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, bûyerên li welêt rû didin, ji ANHA'yê re vegotin.

Rêbera RAWA’yê got rewşa Efganistanê hîn jî ne diyar e û gelekî aloz e û diyar kir ku Talîban muameleya tund û dermirovî ya Talîbanê ya li ser welatiyan û bi taybetî jinan, berdewam dike. Rêvebera RAWA’yê bi bîr xist ku li welatê wan gelek kesên naskirî hatine kuştin û got pir aşkera ye ku Talîban ji van sûcên kirêt berbirsyar e.    

Rêvebera RAWA’yê destnîşan kir buhayên xurekên bingehîn herî kêm ji sedî 30 zêde bûye û diyar kir ku Talîbanê şûna DAIŞ’ê girtiye û got: "Jin çalakiyên xwe yên li dijî Talîbanê didomînin. Li kolanan kom dibin û daxwaza mafên xwe yên ji aliyê Talîbanê ve hatine qedexekirin, dikin."

EFGANISTAN; HÊLÎNA TERORÊ

Rêvebera RAWA’yê îşaret pê kir ku heke rewş bi vî awayî bidome, rojên nexweştir li pêş wan in û der barê rewşa Efganistanê de wiha axivî: "Aşkera ye ku bi zêdebûna hêzên qirêjî û tundraw re pêşeroja welatekî tu carî xweş nabe, lê belê krîz dê kûrtir bibe, xizanî û perîşanî dê zêdetir bibe û ewlehî nemine. Şaxa Xorasanê ya DAIŞ'ê xurt dibe. Ji ber ku qada perwerdeyê ne ji bo ciwanan e, ciwan bê perwerde dimînin û teror di nava civakekê de zêde dibe. Li ku derê hêzên radîkal ên mîna Talîbanê li ser desthilatê bin, hêzên din ên terorîst dê ji vê rewşê sûdê wergirin û mezin bibin. Efganistan di van demên dawîn de bûye stargeheke ewle ji bo terorîstan.”

Rêvebera RAWA’yê destnîşan kir ku yekane çareseriya vê rewşê têkoşîn, hişmendiya siyasî û seferberiya jinan e û got: “Me dît ku tu hêzeke êrîşkar nikare aştî û ewlekariyê bîne, yekane rêya çareseriyê ew e ku xwe bispêrin têkoşîna gel a ji bo siberojeke baştir."

‘PIŞTGIRIYÊ BIDIN TÊKOŞÎNA ME’  

Rêvebera RAWA’yê got "Em tu carî ji hikumetên emperyalîst û paşverû alîkarî û piştevaniyê naxwazin." û ji rêxistinên pêşeng û şoreşger û nemaze jinên kurdistanî xwest ku bi her awayî li kêleka wan bin û piştgiriyê bidin xebat û têkoşîna wan û banng li jinên Kurd kir û got: "Divê ew bizanin ku piştgiriya wan cesaretê dide me."  

ANHA