YPJ: Em ê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin

YPJ’ê têkildarî şehîdxistina 3 endamên malbata ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da û got: “Em ê keda wan tu carî ji bîr nekin. Xewn û xeyalên wan yê Kurdistana azad em ê misoger bikin û ala şoreşê her tim bilind bikin.”

YPJ: Em ê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin
11 mijdar, 2021   15:49
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a 09'ê Mijdara 2021'an ya li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê li ser wesayîteke sivîlan pêk anî de ku di encamê de 3 endamên malbata Gulo şehîd bûn, daxuyaniyek da. Fermandariya YPJ'ê got: " Em ê agirgeha şoreşê her tim geş bihêlin û têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin. "

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka şoreşa Rojava heya niha ev 10 salin dewleta Tirk bi awayekî bê navber, bi rêka çete û hezên xwe yên çekdar êrişên qirkirinê li ser axa Rojava dide meşandin. Li beramberî wan êrişên hovane tu carî gelê me gav paşde navêt û her tim bi ruhekî fedayî bi seknekî rûmet xwedî li şoreşa xwe derket û heta roja me ya îro jî bi serfirazî têkoşiya. Li beramberî vê rastiya gelê me yê berxwedêr, dewleta Tirk her roj bi awayekî çavsorane li ber çavê hemû hêzên garantor êrişên cur be cur li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş dixe. Dewleta Tirk a dagirker a ku li ser xwîna gelê me jiyan dike, bi vî awayî dixwaze îrada gelê Kurd bişkîne û polîtîkayên xwe ya qirkirinê bi dawî bike.

Herî dawî dewleta faşîst ya Tirk bi balafirên bê mirov  di dîroka 09. 11. 2021’an li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo êrîşî erebeyekî medenî kir. Di encama vê êrişê de 3 weletiyên me yêm hêja û berxwedêr Yusif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo bi awayekî hovane û dervayî exlaqê mirovahiyê hatin şehîdxistin.

Di serî de em her 3 şehêdên xwe yê bi rumet Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo ku doza azadî û mirovahiyê li her qadên berxwedanê didan meşandin, bi minnetdarî  bi bîr tînin û em dibêjin em ê keda wan tu carî ji bîr nekin. Xewn û xeyalên wan yê Kurdistana azad em ê misoger bikin û ala şoreşê her tim bilind bikin. Şehîd  Yûsif Gulo hemû kêliyên jiyana xwe da, bi fedekarî û cesaretek mezin di tekoşîna azadiyê de cîh girt û bi serfirazî jiyan kir. Beriya şehadeta xwe şehîd Yusif Gulo wîha dibêje “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”. Em jî soz didin, bi hêz û baweriya me ji şehîdên xwe û gelê xwe yê berxwedêr girtiye em ê tu carî nehêlin rihê berxwedanê lawaz bibe. Em ê agirgeha şoreşê her tim geş bihêlin û têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin. 

Dîsa ji bo malbeta me ya hêja û welatparêz ya ku bûye sembola ked û fedakariyê em sersaxiyê ji wan ra dixwazin û em dibejin xwîna şehîdên me yên qehreman wê li erdê nemîne. Malbeta me hêja ya Mala Gulo ji roja despêka têkoşîna me ya azadiyê heta niha bi awayekî cesaret, bê teredud barê şoreşê girtiye ser milê xwe û berdêlên giranbuha ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê dane. Ji bo azadiya gelê Kurd bi zanabûnek welatparêzî hertim cihê xwe di nava şoreşê de girtine û di vê oxirê de gelek keç û xortên xwe yê hêja şehîd dane. Ji bo daxwaz, hêvî û bendewariyê şehîd û gelê xwe em wek şervan û parêzvanê vî gelî bi rihekî fedayî di her kêliya jiyanê da em ê tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em di vê bawerîyê de ne ku heta gelekî bi vî rengî berxwedêr û qehraman hebe wê tu carî dewleta dagirker negihîje armanca xwe wê teqez em ê bi ser bikevin."

ANHA