Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Remedan li goristana Şehîdan a Til Hemîsê spartin axê.

Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê hate oxirkirin
11 mijdar, 2021   16:39
QAMIŞLO

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Ebdurehman Remedan ê ku 9'ê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî, li navçeya Holê şehîd bûn, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan a Til Hemîsê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo li goristana şehîdan pêşwaziya karwanê cenazeyê şehîd Salih Remezan kirin.

Li goristanê toreneke leşkerî hate lidarxistin û hemwextî wê beşdaran deqeyeke rêz girtin.

Di merasîm de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Emrî axivî û got: "Pêwîstiya şoreşan bi name û xwînê heye, va me jî gelek xwîn da, nameya me nameya biratiya gelan e û em îro şehîdekî li pey şehîdekî vedişêrin da vê nameyê bigihînin cîhanê."

Xelîl Emrî bang li Konseya Ewlekariyê û civata navneteweyî kir ku piştgiriya gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ku projeya xwe ya biratiya gelan ava dikin, bike.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Hisên axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermer kir û wiha dewam kir: "Di heman demê de em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan jî şermezar dikin. Li ser vê yekê divê em li dijî êrişên dijminê Tirk yek bin, xwîna şehîdan li erdê nehêlin, ji ber ku layîqî rûmet û azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya herêmê ye."

Bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Salih Xelef axivî, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga hevgirtin û bilindkirina asta têkoşînê kir.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Paşê beşdaran cenaze di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(eh)

ANHA